Ji gerîla rêzeçalakî: Bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Çelê li dijî girekî leşkerî çalakî kirin, li Şirnex û Sêrtê rêze çalakiyên sekvanî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li Çelê, li girê Xeregolê du caran çalakî kirine. Hate gotin di çalakiyê de hijmara kuştî û birîndaran diyar nebûye û di çalakiya dî de jî bi kêmanî 7 leşker hatine kuştin. Her wiha di çalakiyên sekvanî de, yên li Şirnex û Sêrtê jî 3 leşker hatin kuştin û 1 leşker birîndar bûye.

Daxuyaniya berfireh a HPG’ê ya li ser çalakiyên gerîla û bombekirinên artêşa Tirk a li ser çiyayên Kurdistanê wiha ye:

‘’Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me roja 12’ê Tebaxê seat 12:30’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek li dar xistin. Bi serketî li çeper û baregeha dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

LI XEREGOLÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 13’ê Tebaxê seat 19:30’an  hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de dîsa li dijî leşkerên li girê Xeregolê çalakiyek li dar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û di çalakiyê de baregehek hate rûxandin. Di çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 13’ê Tebaxê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxistn. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI GIRÊ SORXWÎN YÊ HEREKOLÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me seat 12:30’an de li girê Sorxwîn yê herêma Herekol a Sêrtê li dijî leşkerên dijmin çend rêze çalakiyên sekvanî lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me seat 16:30’an  li herêma Avnê Benat yê Çiyayê Gabar a Şirnexê li dijî yekîneyeke veşartî ku xistibûn bin kontorla xwe çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI DIJÎ QEREQOLA SERDEFÊ ÇALAKÎ

Hêzên me seat 21:00’an  li dijî qereqola Serdefê ya navçeya Kerboran a Mêrdinê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û avahiyên qereqolê hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 13’ê Tebaxê seat 15:30’an de bombe li herêma Holka ya herêma Metîna  ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, roja 14’ê Tebaxê (îro) jî seat 08:00’an  derdora gundê Bêpalan yê herêma Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de rez û baxçeyên gundiyan zirar dîtine.’’