Ji gelê Pacahûara tenê 4 kes man e

Li Bolîvyayê, 36 gelên cuda yên xwecihî dijîn. Yek ji van jî gelê Pacahûrara ye, ku wextekê ji deh hezaran kesî pêk dihat. Niha bi tenê 4 kes ji vî gelî man e.

Ji antropologên Zanîngeha San Andrês a Bolîvyayê Wîgberto Rîvero bi rêya Twîtterê ragihand, piştî ku jineke 57 salî di 31'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, hejmara mirovên ji gelê Pacahûara ma ye daket çar kesan.

Rîvero diyar kir, ev jina ji gelê Pacahûara, li gundê Tûjûre yê ser bi eyaleta Benî ya Amazonên Bolîvyayê koça xwe ya dawî kir. Rîvero ragihand, ev gelê xwecihî yê Bolîvyayê ku tenê 4 kes jê man e, li ber tinebûnê ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Bolîvyayê, jina bi navê Bajî ku jina herî dawî ya gelê Pacahûarayî bû, ji ber kansera mîdê jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara Pacahûarayiyan wextekê 40 hezar bû. Tê texmînkirin ku ji ber koçberî û tevlîbûna li nava gelê Chacobo yê cîran, hejmara wan kêm bûye.

Bolîvya ku 11,5 mîlyon nifûsa xwe heye, ji aliyê hemara gelên xwecihî ve di nava welatên Latîn Amerîka de welatê herî zêde gelên xwecihî lê ye. Gelên Qûechûa û Aymara ji aliyê hejmarî ve gelên herî mezin e. Ji sedî 60 ê nifûsa welêt jî Mestîzoyanî ne, ku pêkhate ev ji tevlîheviya mirovên Xwecihî û Ewropî pêk tê.