Ji Enfalê heta Ewropayê, ji Ewropa heta Efrînê banga doktora Kurd

Dr. Dilgeş Kerkûkî ya ji Başûrê Kurdistanê, ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dilxwazî ji Ewropayê hate Efrînê got, "Weke Kurdeke ku Enfal dîtiye, hewl didim li vê derê xizmetê ji gelê xwe re bikim."

Dr. Dilgeş Kerkûkî ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkirî û qirkerî yên dewleta Tirk ji Ewropayê hate Efrînê û bi dilxwzî xizmeta tenduristiyê da gel, niha jî li Şehbayê xizmeta tenduristiyê dide gel. Dr. Dilgeş Kerkûkî ya ji Başûrê Kurdistanê piştî ku Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê hate bombekirin derbasî Şehbayê bû. Dr. Kerkûkî diyar dike ku ti malzemeyên tenduristiyê nemane û dibêje, "Em li vir di nava gel de ne, lê belê nikarin bibin bersiv ji pêwîtsiyan re. Em tenê hewl didin moralê bidin."

Dr. Dilgeş Kerkûkî anî ziman ku gele Efrînê di demeke zehmet de ye, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û got, "Ji bo gelê Efrînê ez destpêkê bang li gelê Kurd û Kurdistanê dikim. Banga min a duyemîn jî li hêzên navneteweyî ye. Wezîfeya me hemûyan e ku em destekê bidin Efrînê. Ev yek wezîfeyeke neteweyî ye. Her wiha wezîfeyeke însanî ye. Ji ber ku gelek saziyên navneteweyî ji bo rewşên wiha fonê digirin."

'JI BO VALAKIRINA EFRÎNÊ DIAXIVÎN, LÊ...'

Dr. Dilgeş Kerkûkî û got, "Rewşa gelê me li vê derê gelekî nebaş e. Mirovan malên xwe terikandin, hewl didin li kolanan, li derve û li nava wesayitan bistrên. Ev gel di nava şer de ye û pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye. Mirov bi rastî jî di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn" û wiha dewam kir: "Ne xwarin heye, ne stargeh, ne ava paqij ne jî şîrê zarokan. Em li vir di nava gel de ne, lê nikarin bibin bersiv ji pêwîstiyan re. Em tenê hewl didin moralê bidin. Nikarin xizmeta tenduristiyê jî bidin. Jİ ber ku ne derman heye, ne jî malzeme û personelên tenduristiyê. Ji vê derê dixwazim vê yekê bipirsim: gelo rêxistinên tenduristiyê li ku ne? Doktorên Sînornenas li ku ne? Neteweyên Yekbûyî li ku ye? Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê il ku ye? Li ser valakirina Efrînê diaxivîn, lê li ser paşeroja van mirovan gotinek jî ji devê wan dernakeve."

'WEKE KURDEKE KU ENFAL DÎTIYE EZ LI VIR IM'

Dilgeş Kerkûkî anî ziman ku qirkirin li ser gelê Kurd tê ferzkirin û ev êrîşî jî Enfalê tîne bîra wê û got, "Em mirovên vê axê ne. Bi hezaran salan li ser vê axê dijîn. Niha li ser me ferz dikin ku em cih û warên xwe biterikînin. Gelo hûn ê çi bikin? Hûn ê hemû Kurdan bi kîmyasalê bikujin? Fermo bikin. Ne tişteke ku we beriya niha nekirine. Weke Kurdeke ku Enfal bi serî ve hatiye îro li vir bi rengekî dilxwaz hewl didim xizmetê bidim gelê xwe."

'NEXWEŞXANEYEK KU KARIBIM LÊ BIXEBITIM NEMA'

Dr. Dilgeş Kerkûkî diyar kir, ji ber ku nexweşxaneyeke ku karibe lê bixebite nemaye wê bi Heyva Sor a Kurd re dest bi kar kiriye û got, "Weke doktorekê ez bi dilxwazî hatim vê derê, lê belê nexweşxaneyeke ku karibim lê bixebitim nîne. Bombe li nexweşxaneya me barandin, her tiştên me talan kirin. Ne dikarim derman bidim gel, ne jî dikarim emeliyatê bikim. Ji bo tenduristiyê nikarim tiştekî bikim. Bi Heyva Sor re dixebitim. Bi vî rengî hewl didim bibim alîkar. Tiştek ji destê min nayê."