Ji Dêrikê heta Kreûzbergê dostaniya pirtûkan

Têkiliya navbera navçeya Kreûzberg a Berlînê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li dostaniya pirtûkan kir. Pirtûkxaneya li Kreûzbergê Oh21 biryar da ku bi pirtûkxaneya Manesa ya li Dêrikê re bixebite.

Şaredariya navçeya Frîedrîchshaîn-Kreûzberg a Berlînê, Cotmeha sala 2017'an biryar dabû ku bi Şaredariya bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê re bibe şaredariya dost. Di pêşnûmeya li ser vê mijarê de işaret bi aliyên weke hev ên her du navçeyan, jiyana pir çandî û piştevaniya gelan a li her du herêman hatibû kirin.

Piştre ji bo projeyên her du şaredariyan bi hev re amade kirine bi cih werin anîn, komeleyek bi navê "Komeleya Bajarên Dost ên Frîedrîchshaîn-Kreûzberg û Dêrikê" hatibû avakirin. Rêveberên komeleyê, Cotmeha bihurî serdana Dêrikê kirin û yekane pirtûkxaneya li bajêr a bi navê Manesa bala wan kişandibû.

Bi pêşniyara komeleyê, ji bo Manesa baştir bê nasandin û destek jê re were dayin, êdî li paytexta Elmanya Berlînê pirtûkxaneyeke xwe ya dost heye. Pirtûkxaneya bi navê Oh21 a li navçeya Kreûzbert a Berlînê, li ser pirtûkan dostanî bi Manesa ya li Dêrikê re danî.

Li Oh21'ê, pirtûkên li ser rewşa civakî û siyasî ya li Rojava difiroşe. Li Manesayê jî ji bo bi giranî pirtûkên Îngilîzî hebin, hewl tê dayin. Li Oh21'ê, di afîşên pirtûkxaneyê de tê ragihandin ku ew bi Manesa ya li Dêrikê re pirtûkxaneyeke dost in û pirtûkên li ser jiyan û têkoşîna li Rojava bêhtir derdixînin pêş.

'EM DIXWAZIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN RÊVEBERIYÊN JINAN'

Oh21 a li navnîşana Oranîenstrasse ya li Kreûzbergê ye gotin, "Bi hevkariyeke wiha ew dixwazin destekê bidin xwerêveberiyên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî destekê bidin rêveberiyên jinan. Her wiha em bi pirtûkhezên tên serdana pirtûkxaneya me re li ser têkoşîna li wê derê jî sohbetê dikin."

Projeyên hevpar ên şaredariyên Kreûzberg û Dêrikê û pirtûkxaneyên Oh21 û Manesayê bi rêya vê navnîşana medya civakî dikarin bên şopandin.