Ji ciwanên enternasyonalîst dîmenê ekolojiyê

Komîteya Amadekar a Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst der barê têkoşîna ekolojiyê de dîmenek weşand.

Li bajarê Euskirchen ê Elmanyayê Şemiyê Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst pêk hatibû. Komîteya amadekar a festîvalê der barê têkoşîna ekolojiyê de dîmenek amade kir.

Di dîmenê komîteya amadekar de gefên modernîteya kapîtalîst ê li dijî xwezayê û jiyana mirovan hate nîşandan.

Her wiha mînakên têkoşînên li dijî vê yekê hatin destnîşankirin.