Ji bo zindiyên ku taloke li ser wan heye civîn dest pê dike

Bi mebesta astengkirina bazirganiya wan celebên zindiyan ku taloke li ser wan heye ji holê rabin, di civîna navnetewî de ya ku wê li Cinêvê dest pê bike, tê payin ku bi dehan pêşniyar werin gotûbêjkirin.

Di civîna 18'an de ya Têkilî Peymaana Bazirganiya Celebên li ber Nemanê (CITES) ku Şemiyê li Cinêvê ya Swîsreyê wê dest pê bike wê talokeyên li ser gelek celebên ajal û nebatan were gotûbêjkirin. Di civîna îsal wê bêhtir wê girîngiyê bidin fîlan, jaguaran û celebên nebatên li herêmên tropîkal.

Sekreterê  Giştî yê CITES'ê Îvanne Hîguero got civîna ku wê were kirin, piştî weşandina wê raporê pêk tê, ku bal kişandibû ser komkujiyan.

Hîguero diyar kir CITES ji bo ku pêşî li tinekirina celebên ajal û nebatan ên bi mebesta bazirganî were girtin, amûreke girîng e.

Plansazî ew e ku delegeyên ji 183 welatên ku îmzeya xwe li peymana CITES'ê dane du heftiyan 57 pêşniyaran gotûbêj bikin. Tê payin hin celebên zindiyan ku ji lîsteya CITES'ê werin derxistin û hin jê lê werin zêdekirin, ku di lîsteya CITES'ê 36 celeb hene, ku taloke li ser wan heye.

Tê zanîn ku dema muzakereyan wê bazirganiya diranên fîlan were rojevê ku tê xwestin li welatên başûrê Efrîkayê pêşî li bazirganiya wê were girtin. Her wiha tê gotin hin welan dixwazin bazirganiya diranên fîlan dîsa were serbestkirin. Lê hem li Efrîkayê û hem jî li Swîsre gelek welatên Ewropî li gel vê qedexeyê ne.