Ji bo werzê grev û ‘Meşa Sedsalê’ pêk tê

Bi pêşengiya ciwanên bi dehan welatan di 15’ê Adarê de wê greva giştî pêk bê û 16’ê Adarê de jî li Fransayê ‘Meşa Sedsalê’ wê pêk bê.

Li Belçîkayê ji 2’ê Kanûnê ve ciwan her hefte dibistanê boykot dikin û derdikevin kolanan. Ev çalakiya ciwanan paşê berbelavî gelek welatên Ewropayê bû. Çalakiyên ji bo werzê, helwesta keçika biçûk a bi navê Greta Thunberg a bi dirûşmeya ‘Ji bo werzê di perwerdê de grev’ bû îlhama çalakiyan.

Paşê banga Thunbergê ya 15’ê Adarê ji bo greva navneteweyî kirî li gelek welatan hate destekkirin.

Herî kêm ciwanên 43 welatan diyar kirin ku wê bikevin grevê. Li Belçîkayê ji hemû derdoran banga piştgiriya grevê hate kirin. Sendîkayên navendî, akademî û bi hejmareke zêde ya profesoran danezan weşandin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê diyar kirin.

WÊ LI FRANSAYÊ CIWAN 15 Û 16’Ê ADARÊ DERKEVIN KOLANAN

Li Fransayê 140 rêxistinan bang kir ku her kes tevlî ‘Meşa Sedsalê’ kirin. Wê Fransayî 15 û 16’ê Adarê derkevin kolanan. Bi çalakiya bi pêşengiya ciwanan pêk tê, bang tê kirin ku li dijî germbûna global tevdîrên berbiçav bên wergirtin û pasîfbûna hikumetê hate rexnekirin.

14 organîzasyonên ku di nav de tevgera li dijî globalbûnê Attac, tevgera hawirdorparêz Greenpeace û tevgera jinan a bi navê Ni Pute Ni Soumise jî heyî danezanek li ser Facebookê weşandin û gotin, “Bihara me wê bibe bihara werz û civakî.”

Rêxistinên Fransayê bang kirin û gotin, “16’ê Adarê em ji bo edaleta werzê meşa sedasalê bikin meşa herî mezin a dîrokê.”

Rêxistinan got, “15’ê Adarê li Fransa û tevahiya cîhanê wê ciwan bikevin grevê. 16’ê Adarê jî ji bo ku em bibêjin êdî bes e û guhertinên lezgînî pêk bên, em ê bimeşin.”