Ji bo Sûr û Heskîfê çalakî hatin lidarxistin

Parêzvanên bajar û jiyanê, di 28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî li hemberî wêrankirina Sûr û Heskîfê li Qada Galatasarayê çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Bi wesîleya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî ji bo sekinandina wêrankirina Sûr û Heskîfê, li her çar aliyên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Li Stenbolê jî saziyên ekolojiyê daketin kolanan. Parêzvanên bajar û jiyanê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û bang li her kesî kirin ku li hemberî vê wêrankirina dîrokî û çandî têkevin nav hewldanan.

JI BO BERJEWENDIYÊN ABORÎ Û SIYASÎ

Li ser navê saziyan Endama Platforma Hevgirtina bi Sûrê re Zeynep Tanbay daxuyanî xwend. Tanbay diyar kir ku her qadên mîrateya çandî yên ku li kêleka Çemê Dîcleyê ne, ji bo berjewendiyên aborî û siyasî tê wêrankirin.

Tanbay bal kişand ser vî tiştî dîroka Sûrê xwe digihîne Beriya Mîladê sala 7500’an û heta niha 33 şaristaniyan li Sûrê hikum kirine. Tanbay diyar kir ku desthilatdarî dixwaze Sûrê ji mirov û jiyanê xalî bike û Sûrê bi tenê ji bo çalakiyên bazirganî, olî û tûrîstîk bi kar bîne.

Tanbayê ragihand, heta ku gelên Sûrê venegerin mal û taxa xwe, ew ê kêşeyên li vê derê neyên çareserkirin.

‘EM Ê NEÇIN TU DERÊ’

Tanbay diyar kir ku Heskîf bi dîroka xwe ya 12 hezar salan, mîrateyeke çandî ya bêhempa ye. Tanbay bal kişand ser vî tiştî ku bi Bendava Ilisûyê wê Heskîf di binê avê de bimîne û ew ê ew qad hemû tune bibe.

Tanbay bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, hunermend, ronakbîr, nivîskar, partiyên siyasî û sendîkayan kir ku bila xwedî li Sûr û Heskîfê derkevin.