Ji bo Nûjiyan konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Nûjiyan Erhan a rojnamevan ku ji aliyê PDK’ê ve hate qetilkirin, li Rihayê konê sersaxiyê hate vedan.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) a ku di êrîşa 3’ê Adarê ya hêzên PDK-AKP’ê ya li ser gundên Xaneser a Şengalê de giran birîndar bibû û duh li nexweşxaneya dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li mala malbatê ya li Taxa Îpekyolû ya girêdayî navçeya Halîliyê ya Rihayê konê sersaxiyê hate danîn. Di konê ser saxiyê de li gel parlemeterê HDP’ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê gelek kes konê sersaxiyê ziyaret kirin. Kesên çûn serdanê ji aliyê xuşka û birayê Akyilmaz Necla û bira Erhan Akyilmaz ve hatin pêşwazîkirin.

Parlemeterê HDP’ê Ayhan diyar kir ku Akyilmaz di têkoşîna rastiyê de jiyana xwe ji dest da. Ayhan destnîşan kir ku wê li pey qetlîamê biçin û wê têkoşîna wê bidomînin. Parlemetera HDP’ê Ocalan jî sersaxî ji malbat û kedkarên çapemeniyê re xwest.

 ‘EM ALA TE LI ERDÊ NAHÊLIN’

Ocalan wiha got: “Di kesayeta hevala Nûjiyan de ala hevalên me yên jin ku di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dane li herdê nahêlin.”

Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Hadle Ogûr jî diyar kir ku Erhan ji bo têkoşîna jinên Êzidî têkoşîn kir, weke dayik em ê di rêya Akyilmaz d e bimeşin.

Wê konê sersaxiyê 3 rojan bidome.