Ji bo hilberîna Avokadoyê bi deh hezaran hektar daristan tê tinekirin

Wek mîna gelek amûrên mezextinê, di hilberîna madeyên xurekan de jî feraseta ku nikare hevsengiya xwezayî biparêze didome. Ji ber hilberîna avokadoyê her sal li Meksîkayê bi deh hezaran hektar daristan tê tinekirin.

DYA, welatê herî zêde avokado bi kar tîne ku salê 110 tonî xerc dike, li Fransayê ku wek serjimêrî ji 5’an yekê DYA ye, ev mezextin zêdetirî 95 tonî ye.

Lê li gor lêkolînan, ji ber avokadoyê ku her ku diçe li welatên rojavayî populer dibe, tenê li Meksîkayê bi deh hezaran hektar daristan tê tinekirin.

Li Meksîkayê ku di hilberîna avokadoyê de yekemîn e, ji sedî 90’ê hilberînê li eyaleta Mîchoacan çêdibe.

Ji ber hilberîna li Mîchoacanê, her sal 20 hezar hektar qada daristanî dibe qada çandinî.

Dema welatên din ên herî zêde dafirînin yên mîna Şîlî, Komara Domînîk, Endonezya û Kolombiya û Îsraîlê li ber çav tên girtin, tê texmînkirin ku her sal hê zêdetir qadên daristanî tên tinekirin.

Bi taybet jî li welatên Amerîkaya Latîn ji ber beşek hilberîna avokadoyê bi dest mafyayan li qada daristanî ya tê tinekirin pêk tê, asta talokeyê he mezintir dibe.