Ji bo Heskîfê wê ji 20 welatan banga çalakiyan bê kirin

Sê tevgerên derdorparêz li dijî projeya HRS û Bendava Ilisû ya ku wê Geliyê Dicle û Heskîfê bihêle di bin avê de li nêzî 20 welatan wê  ji bo Heskîfê 13-14’ê Tîrmehê banga çalakiyan bikin.

Koordînasyona Heskîf, Hewldana ji Nû ve Zindîkirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê banga çalakiyan kirin.

Her sê tevgeran 13’ê Tîrmehê bi dirûşma ‘Lihevcivîna Heskîfê ya Hilbijêran’ û 14’ê Tîrmehê jî li Heskîfê ji bo Dicleyê aktivîteya ‘Xweavêtina Mezin’ bê lidarxistin, herkes vexwendin çalakiyê.

Li Kurdistanê yek ji cihên ku xweavêtin tê kirin, navçeya dîrokî ya Heskîfê jî heye.

Li gorî daxuyaniyê li gelek aktivîstên li bajarên cîhanê dijîn, ji bo Heskîf û Geliyê Dicleyê li cihên lê ne wê berê xwe bidin ser çem, gol û behran ji bo betalkirina projeya HES û Bendava Ilisû wê bang bikin.

Cihên ku çalakî bên kirin wiha ne:

Heskîf/ Êlih, Stenbol, Enqere, Antalya, Nevşehîr, Bajarê Sine/ Rojhilatê Kurdistan, Bexda/ Iraqê Bexda, Saraybosna /Bosna-Hersek, Berlîn/Elmanya, Hambûrg/Elmanya, Maînz/Elmanya, Wendland/Elmanya, Munîh/Elmenya, Nurnbert/Elmanya, London/Îngilîstan, Dundee/Skoçya, Kopenhag/Danîmarka, Manlleû/Katalonya, Rîo de Janeîro/Brezîlya.