Ji bo Heskîfê banga çalakiyên global

Hewldana Danjiyîna Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo Heskîfê di 7 û 8’ê Hezîranê de banga çalakiyan kir.

Di 7 û 8’ê Hezîranê de li gelek bajarên cîhanê wê ji bo Heskîfê çalakî werin lidarxistin.

Hewldana Danjiyîna Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo çalakiyên global bang kirin.

Projeya Bendava Ilısûyê ya ku ew ê Heskîfê û Geliyê Dîcleyê tevî 199 gundan di bin avê de bihêle, ber bi dawiyê ve diçe.

Rayedarên dewleta Tirk diyar kiribûn ku di 10’ê Hezîranê de wê av li Bendava Ilisûyê kom bibe.

Hewldana Danjiyîna Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kirin ku ew ê nehêlin ku dîroka bi hezaran salan di bin avê de bimîne û banga çalakiyên ji bo Heskîfê kirin.