Ji bo gelê Qendîlê dem dema zozanan e

Bi hatina biharê re gelê Qendîlê berê xwe da zozanan. Şêniyên herêmê bi rengê komun li zozanan dijîn.

Şêniyên Qendîlê bi hatina biharê re li zozanan kon vedan. Tevî bomberdûmana dewleta Tirk a bi balafirên şer jî gelê Qendîlê berê xwe da zozanan û xwedî li cih û warê xwe derdikeve. Welatiyên ku ji ber sedemên aborî zivistanê diçin Silêmanî, Ranya û Kerkûkê ji bo kar, bi hatina biharê re berê xwe didin çiyayê Qendîlê. Welatî dibêjin ew hînî jiyana li bajêr nabin û bi rengekî komun li zozanan dijîn.

DENGÊ STRANÊN BERXWEDANÊ JI KONAN TÊ

Li zozanan erk û berpirsyariya jinan zêde ye. Jinên ku ber destê sibehê hişyar dibin, bi hev re pez didoşin û diçêrînin. Nava rojê jî karên rojane dikin û bi şîr û mast debara xwe dikin.

Danê êvarê jî jin li hev dicivin û sohbetê dikin. Qala zext û zordariya li Kurdan têne kirin dikin. Dengê stranên berxwedanê timî ji konan tê. Û bi vî rengî rojeke nû dest pê dike.