Gelê Qendîlê berê xwe dide zozanan

Bi hatina biharê re koçer berê xwe didin zozanan. Koçerên binarê Qendîlê bayê zozanan bêhna wan li jiyanê vedike û ew nikarin bê zozanan bijîn.

Bi hatina biharê re koçeran berê xwe dane zozanên xwe yên rengin. Koçerên binarê Qendilê dibêjin bayê zozanê wan behna wan li xweşikbûna jiyanê vedike û ew bê jiyana koçertiyê nikarin bijîn. Rexmê êrîşên balafirên şer ên dewleta faşîst a Tirkiyê koçerên Binarê Qendîlê bi hatina biharê û germbûna hewayê re berê xwe dane zozanan. Piştî qetlîamên Kortek û Zergelê herî dawî di 21’ê Adarê de li dola Balayan dewleta Tirk bi qetilkirina 4 sivîlan êrîşên xwe yê li ser binarê Qendîlê domandibû.

Dewleta Tirk li ser herêmên başûrê Kurdistanê bi êrîşên hewayî gelek caran zerar daye gund û baxçeyên gundiyan. Lê gelê herêm bi hatina biharê re berê xwe dan zozanan û careke din nîşan dan ku dewleta çiqasî êrîş bike jî wê axa xwe ne terikînin. Di nav xweşikbûna xwezayê de koçer konên xwe yê reşmal vekirine û hemû debara xwe li ser xwedikirina lawiran dikin.

Dayika Eyşê dibêje:’’Çanda koçertî jî ji çanda bav û kalên me tê û em hemû salan berê xwe didin zozanê Qendilê. Ji bo ku em bikaribin debara xwe bikin’’ û wiha didomîne, “Di nava jiyana me ya koçertiyê de parvekirina jiyanê û xwedî li hev û dû derketin heye. Her çiqasî jî zehmetiyê xwe hebe jî lê em bê mînet debara xwe dikin. Em ji êrîşên dewleta Tirk natirsin û em ê her li zozanên xwe bin.”

Keça ciwan Bihar jî dibêje: “Ji bo ku ez alîkariyê bidin dayika xwe min dest ji dibistanê berdaye û ez di nava jiyana koçertiyê de xwe azadtir hîs dikim, her çiqasî zehmetiyên xwe hebin jî. Jiyana mirovan bi zehmetiyan xweşik dibe’’ û didomîne, “Xeyalê min ew bû ku ez bixwînim lê min dît ku xwendina niha di jiyana mirovan de bêzariyê çêdike. Ez li vê derê karê çêkirina nexşan dikim.”

Dayika Rebîa jî wiha dibêje:“Her çiqasî jî westandina xwe hebe lê mirov xwe di nava jiyanê de rehet dibîne. Ji ber ku em bi keda destê xwe jiyana xwe bi rê ve dibîn. Zaroktiya min, ciwaniya min û îxtiyarbûna min hemû di riya van zozanê Qendilê de derbas bûye. Dema ku meha Nîsanê tê dive ez li zozana bim. Çiqasî êrîşên dewleta Tirk û gefên wan ê lêdanê hebe jî em ê li ser xaka xwe bin û em ê li pêş dagirkeriya wan bisekinin.”

Dayika Rebîa herî dawî dibêje: ‘’Jiyana me ya berê gelekî ji ya niha xweştir bû. A niha dewleta Tirk û hevkarên wê bi balafîrên xwe tên Qendîlê bombabaran dikin ev bi me re fîkaran dide çêdike û zirarê dide me. Ji bo vê yek ez dibêjin bila yekbûna gelê Kurd çêbibe.”