Ji bo ava papij wê li benda sedan salî bisekinin

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, bi sedan milyon mirovên li dehan welatan, wê ji mafê xwe yê ava paqij bêpar bimînin.

Yek ji armancên Hedefên Pêşveçûnê yên Herdemî yên 2030'an ên Neteweyên Yekbûyî, peydakirina ava paqij û vexwarinê ji bo her kesî ye. Lê belê di encama lêkolînekê de derkete holê ku hîn 850 milyon kes ji vî mafî bêpar in. 2,3 milyar mirov jî ji sîstema avê ya ji bo xweşuştinê bêpar in.

Saziya bi navê WaterAîd li ser daneyên Neteweyên Yekbûyî lêkolînek kir û ragihand ku li 80 welatî gelek mirov ji ava paqij bêpar hatine hiştin. Li 107 welatî jî ji bo banyo û tiwaletê sîstema avê ya pêwîst kêm e.

LI ERÎTREYÊ WÊ PIŞTÎ 500 SALÎ PÊK WERE

Li gorî lêkolînê, gelek welat ji bo armanca xwe ya li ser ava vexwarinê bi ser bixînin, pêwîstiya xwe bi dehan salî, bi sedan salî heye. Nîkaragûa ji bo karibe bigihêje vê armanca xwe divê heta sala 2180'ê, Namîbya jî heta sala 2246'an bisekine. Erître jî divê 500 salî bisekine.

Ji bo xwe bigihînin armancên afirandina derfetên baş ên ji bo banyo û tiwaletê, hin welat divê bi hezaran salan bisekinin. Vanûatû ku yek ji welatekî giravî yê li Okyanûsê ye, wê sala 3469'an, Gana jî ku welatekî Afrîkayê ye wê sala 2468'an karibin bigihêjin armanca xwe.