Ji ber qedexekirina zozanan bi sedan sewal telef bûn

Ji ber ku çêrgeh û zozanên Colemêrgê li gundiyan hatine qedexekirin, bi sedan sewal telef bûne.

Ji ber ku derketina zozanan ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate qedexekirin, xisareke mezin li sewalkariyê bû. Şêniyên herêmê ku mehên havîn û payîzê bi giranî sewalkariyê dikin, neçar mane li nava gundan êm bidin sewalên xwe.

Ji ber ku gundiyan nekarîn sewalên xwe bibin zozanan, meha Îlonê bi sedan sewal telef bûn.

Zozan û çêrgehên berhemdar ên Colemêrgê bi navê "herêmên ewlekariyê yên taybet" li gundiyan hatin qedexekirin. Bi ragihandina Rewşa Awarte re bi dehan zozanên Colemêrg û navçeyên wê li welatiyan hatin qedexekirin.

Bi Rewşa Awarte re qedexeya li zozanan du salan dewam kir. Lê belê piştî ku Rewşa Awarte hate rakirin jî qedexeyê dewam kir.

Beşek ji gundiyan ji neçarî dest ji sewalkariyê berdan, hinekan jî li nava gundê xwe êm dan sewalên xwe.

Yên ku li nava gundan sewalên xwe xwedî kirin, ketin nava zor û zehmetiyên giran. Sewalên gundiyan mehên havîn û payîzê bi têrkerî nehatin xwedîkirin. Ji ber ku giha û ava paqij têrê nekir, şîr jî kêm bû.

Mehên havînê, ji ber germê û qedexeya zozanan gelek sewal telef bûn. Gundî her wiha bi fikar in ku zivistanê jî sewalên wan ji birçîna bimirn.