Ji ber polîtîkayên AKP'ê hejmara zarokên karker zêde dibe

Ji ber krîza aboriyê û polîtîkayên dewletê li bajarên Kurdistanê xizanî çiqas diçe zêde dibe û her roj hejmara zarokên karker zêde dibe. 

Li Kurdistanê ji ber krîza aboriyê û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê xizanî çiqas diçe zêde dibe û her roj hejmara zarokên karker zêde dibe. Bi sedan zarokên temenê wan 10 û 17 salî yên li navçeya Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtan a Wanê dijîn li bazarê heya danê êvarî dixebitin. Karkerên zarok ên bi temamî xwendekar in ligel hewcehiyên xwe yên dibistanan pêk bînin tevkariyê didin aboriya malbatên xwe. Zarokên karker di nava serma herêma Serhedê ya dijwar de kolan bi kolan dixebitin. 

'EZ DIXWAZIM BIÇIM DIBISTANÊ'

Zarokê bi navê Bekir Orhan (12) ê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber êrîşên AKP’ê yên li ser navçeyê bi malbata xwe re koçî Wanê kiriye wiha dibêje: "Piştî qedexeya duyemîn em neçar man ji Cizîrê koçî Wanê bikin. Bavê min nexweşe û tenê xwişka min ya mezin kar dike. Em di kirayê de ne, ji bo ku ez alîkariya xwişka xwe bikimmin li firinê dest bi kar kiriye. Ez dixwazim biçim dibistanê lê niha ji ber derfetên me destûr nadin ez naxwazim biçim dibistanê." 

'ALÎKARIYA MALBATA XWE DIKIM'

Zarokê bi navê Servet Aslan (10) ji bo debara malbata xwe bike di nava rojê de li kolanên Wanê digere, laylon û petên avê kom dike difiroşe. Aslan anî ziman ku ew di saetên serê sibehê de ji xewê radibe û dikeve nava kolanên Wanê. Aslan got, "eger derfetên min hebûna minê karê cûda jî bikira" û wiha got: "Li şûna ku ez li malê rakevim alîkariyê didim malbata xwe. Ez di nava rojê de li bajarê Wanê hemûyê digerim petên avê kom dikim. Petên ku ez kom dikim ji ez dibim difiroşim û pereyê kom dikim ji pê debara mala xwe dikim."

AVÊ DIFIROŞIN

Zarokê bi navê Abdullah Deger (14) jî diyar kir ku rojê herî zêde 15 TL qezenc dike û wiha got: "Serê sibê seat di 08.00'an ez û hevalê xwe tezgeha xwe ya avê datînin û dest bi xebatê dikin. Em gelek diwestin. Ez bi firotina avê tevkariyê didim malbata xwe."

Zarokê bi navê Hakan Ertunç (16) jî got, "Ev du sal e min dibistanê berdaye û ez li çayxanê dixebitim." Ertunç bilêv kir ku ji ber rewşa malbata wan nebaşe wî ji mecbûrî dest ji dibistanê berdaye û di çayxanê de dest bi kar kiriye.