Ji ber pêkanînên qeyûm, Gola Sixkê ziwa dibe

Gola Sixkê, ku hêlîna gelek celebên çivîkan e, ji ber pêkanînên qeyûmê AKP'ê ziwa dibe.

Gola Sixkê ku bi 10 kîlometreyan ji navenda Wanê dûr e, li navçeya Rêya Armûşê ye. Kûrahiya golê 11.2 metre ye û tevlî derdora xwe 160.50 metre ye. Li golê çivîkên wek suravêtk, reşbeş, werdeka avê, reşçêlek, qaza gewr û flamîngo jî di nav de 65 cure çivîk hene. 

Ji ber karê înşeat û qirêjiya derdor, her ku diçe Gola Sixkê ziwa dibe. Li herêmê çend fîrmayên înşeatan her danê sibehê bi dehan qemyon bi tankên avê tên li ser golê û avê jê dadigirin. 

Gola Sixkê ya ku werza zivîstanê kirasê sipî li xwe dike û dicemide, bi hatina werza havînê re jî bala tevahiya şêniyên Wanê dikişîne li ser xwe. Lê belê ziwabûna derdora Gola Sixkê ku yek ji cihên herî avî yê Kurdistan û Tirkiyê ye û ji sedan cûreyên çivîkan re mêvandariyê dike, fikar û gumanên li ser golê zêde dikin.

Hêjayî gotinê ye ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 450 cûre çivîk hene û ji van 230 cûre li herêma golên Wanê, Sixkê û Erçekê tên dîtin û hêlînê çêdikin. 

Şaredariyên DBP'ê, beriya qeyûm lê bên bicihkirin, ji bo parastina jiyana çivîkan û cureyên wan xebat dan destpêkirin. 

Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariyên DBP’ê hatin kirin li herêmê jiyana çivîkan jî kete xeteriyê.