Ji ber germê diçin binê siya sûrên dîrokî

Ji ber germê, ku di meha Remezanê de gelekî dijwar e, welatiyên Amedê berê xwe dan bin siya sûrên dîrokî û parkan.

Şêniyên Amedê ji bo xwe hinekî hênik bikin, li binê sûrên dîrokî, parka û li bin siya daran li hev dicivin. Gelek ji welatiyên bajêr li bin siya sûrên Amedê, Parka Orman, Parka Rihan û Parka Sumer vedikevin.

Pispor ji ber germa dijwar hişyariyê didin û dibêjin; ji ber germ nêma zêde dibe ku xwîn biçe ser mejî, nexweşiyên dil û reh rû bidin. Bi taybetî hişyariyê didin nexwşeên dil ku hay ji xwe hebin. Her wiha bang li welatiyan dikin ku zêde spora giran nekin û gelekî avê vexwin.