Ji ber baranên muson li Pakistanê 16 kes mirin

Ji ber barana dijwar ên muson ên li Pakistanê 16 kes mirin.

Eyaleta Sînd a dikeve başûrê welat ji ber baranên muson ziyanek mezin gihiştiyê. Berpirsa navenda rêveberiya karesatên xwezayî ya eyaletê Şayan Şah ragihand, tenê li bajarê Karaçî bi kêmanî 9 kes mirine.

Şah diyar kir ku 7 kesên din jî li eyaletên navendê mirine, ji van du kes ji ber lêdana birûskê mirine.

Baran bandor li torên elektirîk û binesaziyê jî kiriye. Dibistan het roja Sêşemê hatin girtin.

Saziya Rêveberiya Karesatên Xwezayî ya Neteweyî hişyariya ku wê di nava 24 saetan de baranên bi hêz bibarin da. Ji ber baranên ji serê meha Tîrmehê û vir ve dibarin herî kêm 57 kes mirine.