Ji ber baranên muson ên li Bangladeşê nêzî 100 kes mirin

Ji ber baranên muson ên li Bangladeşê nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyên rayedaran ji roja Çarşemê û vir ve nêzî 30 kes mirine. Li gorî agahiyan bi giştî 114 kes mirine.

Piraniya kesên mirine yan ji ber mane di bin axê de yan jî ji ber lêdana birûskan mirine.

Roja Pêncşemê ji ber bilindbûna ava bajarokê Ccemalpûrê keştiyeke noqî avê bû 5 zarokên keç ên temenê wan di navbera 6-18’an de mirin.

Ji ber bilindbûna çemê Brahmapûtr a ji Hîmalayan tê, bandor li 1,2 milyon kesî kir. Li gorî rayedaran bilindbûna avê ji sala 1975’an û vir ve evqasî bilind nebûye.

6 gund ên girêdayî Mymensînghê ji ber rûxîna bendavekê mane dibin avê de, 2 hezar kes neçarman ku malên xwe biterikînin.

Li gelemperiya welat ji 10’ê Tîrmehê û vir ve 5 milyon kes ji ber lêhiyê bandor bûne, bi sed hezaran malên xwe terikandin.