Ji ber baranên muson ên li Asyaya Başûr 270 kes mirin

Ji ber baranên dijwar ên muson ên di demê dawî de li Asyaya Başûr lê dike, nêzî 270 kes mirine. Bi milyonan kes ji ber baranê mexdûr bûne.

Her sal baranên musonê di navbera meha Hezîran û Îlonê de bandora xwe zêde dike.

Ji ber hilweşîna avahî û ketina avê ya malên li bakurê rojhilatê Hindistanê nêzî 100 kes mirin. Yek ji eyaletên herî zêde kes lê mirin eyaleta Bîhar û Assamê ne. Li van cihan bi neçarî bi hezarna kes hatin veguhestin. Li Assamê ev 10 roj in bi dehan herêm di bin avê de mane. Li herêmên ku ziyanên zêde lê pêk hatine gelek lawir jî telef bûne.

Ji sêyan yekê Bangladaş a di bin avê de meye jî, 59 kes mirin. Ji vanan 10 li kampên koçberan ên li Rohîngyayê diman in.

Li Nepalê jî 83 kes mirine, 17 hezar malbat jî neçar mane ku malên xwe biterikînin. Bi kêmbûna avê re malbat hêdî hêdî li malên xwe vedigerin.

Li gorî agahiyên ji rêveberên Pakistanê jî 7 ji heman malbatê 30 kes mirine.