Ji Îzmîrê heta Sûrê pira ji lîstikan

Koma Pîskîlet a li Îzmîrê, ku ji 5 jinên ji bo zarokan dixebitin pêk tê, vê carê ji bo dîtin zarokên taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê tê navçeya Sûr a Amedê.

Koma Pîskîlet a li Îzmîrê, ku ji 5 jinên ji bo zarokan dixebitin pêk tê, karê xwe yê ji bo piştgiriya bi zarokên Sûrê re mezin dike. Ev jinên ku ji aliyê psîkolojîk û pêşketina zarokan ve pispor in, beriya mehekê hatibûn Amedê, li dijî hilweşandin û xespkirina mafên zarokan karekî alternatîf kiribûn û bi zarokên 6-12 salî yên li Sûr û Rezanê re tevahiya rojê atolye organîze kiribûn. Pîsîklet ku hewl dide bibe alîkar ji bo zarok travmayê ji ser xwe bavêjin, wê di navbera 27'ê Tîrmehê û 5'ê Tebaxê de careke din bê Amedê û bi zarokên li nava Sûrê re dest bi atolyeyên drama, veguherîn, kurte fîlm û çîrokan bike. Armanca herî mezin a komê ew e ku li her devera diçê, karekî herdemî bide destpêkirin.

BI DERFETÊN XWE TÊN

Jinên ku alîkariyê ji kesî nagirin, çente û berhemên xwe yên bi destan çêkirine difiroşin û bi hatineya ji van berheman hem projeyên xwe bi cih tînin, hem jî alavên ji bo dibistanê ji zarokan re dikirin. Pîskîlet, ku di meha bihurî de li Îzmîrê konserek organîze kir, wê bi hatineya ji vê derê, li Amedê gelek atolyeyan organîze bike. Kom bi zarokan re, bi alavên bermayî pêlîstokan û wêneyan çêdike û ji bo demeke kurt jî be zarok bi wan şa dibin.

Ji koma Pîskîletê Mehtap Alîşan li ser atolyeya xwe ya bi zarokan re, ji ajansa me re axivî.

Alîşan diyar kir, ku koma wan ji jinên psîkolog, sînemager, pisporên pêşketina zarokan û muzîsyenan pêk tê û anî ziman, ku biryara çûyîna Sûrê re wan yekemcar biryar dane ku vî karê xwe li derveyî Îzmîrê jî bikin. Alîşan ragihand, ev demeke dirêj e li Amedê di asteke giran de mafên zarokan tên binpêkirin û ber vê yekê ew hatine Amedê ji bo bi zarokan re kar bikin û got, "Lê belê armanca me ya bingehîn ne ew e ku em tenê werin û bi zarokan re bixebitin. Em dixwazin ev karê ku em dikin herdemî be. Dilxwazên li wir dixebitin ji xwe hene. Mînak, em bi Şanoya Bajêr a Amedê re tevdigerin. Ew ê jî bi meha Îlonê re li cihê xwe ji bo zarokan dest bi atolyeya drama bikin. Ew ê karê me jî bigirin, bi pêş bixin, veguherînin û bi cih bînin. Plan dikin ku atolyeyên veguherîn, muzîk û dansê ava bikin. Ji bo Amedê armanca me ya destpêkê ew e ku tevî Şanoya Bajêr a Amedê hin tiştan bikin. Tevî vê yekê komên dildar ên weke Platforma Sûrîçî û Meclîsa Ekolojiyê jî hene. Me bi wan re jî têkilî danîne. Dema em çûn wê derê, em ê qala karê xwe bidin. Ew ê jî tiştên nû lê zêde bikin û bidomînin."

ŞER JI BO ZAROKAN BÛYE REWŞEKE ROJANE

Alîşan da zanÎn, ku wan li Sûrê tevî bi dehan zarokan di nava hefteyekê de atolye bi rê ve birine, li nava kolanan lîstine û wiha dewam kir: "Me hewl dida dengê hin amûran kifş bikin. Li aliyê rojava me dengê giregira birûskan derdixist û vê yekê têra zarokan dikir. Lê li Sûrê ev deng weke dengê balafirên şer, bombe û şer hate fêhmkirin. Ji vir jî mirov dibînin bê şer zerareke çawa il zarokan kiriye. Lê ji bilî vê yekê, zarok gelekî bi kêfxweşî û enerjîk tevlî lîstikan bûn. Gelekî bi xwestekin ku mirovên nû nas bikin ^bi wan re tiştekî nû bikin. Û ji encamên wê jî gelekî kêfxweş dimînin. Yanî zarokan şer asayî kirine û hewl didin wateyê bidin jiyaneke nû."

GIRÎ, LI BER KETIN BI KÊR NAYÊ

Alîşan diyar kir, deriyê wan li tevlîbûna dildarên nû vekirî ye û ev banga Pîskîletê bibîr xist: "Em di demên gelekî nebaş de ne. Lê belê em zanin ku bi girî, bi liberketinê ev ewrên reş û tarî belav nabin. Ji ber vê yekê, em çend mirov ji b dîtina rojên ronî me Pîskîlet ava kirin. Em careke din bi rê ketin. Rawestgeha me ya ewilî Sûr e ku ev 2 sal in şer lê heye û xaniyên wê tên hilweşandin. Di nava havînê de em ê bi dorvegerî biçin Sûrê û bi zarokên li wir re atoleyayn, bi dildaran re jî karê perwerdeyê bikin. Ji bo çûn, hatin û atolyeyan pêwîstiya me bi alîkariya we ya malzemeyan heye. Bi vê armancê em konsera piştgiriyê lidar dixin û berhemên xwe yên li malê bi destan amade kirine, difiroşin."