Ji 39 komeleyan daxuyaniya ji bo ‘Heskîfê’:Projeya qirker bila rawest e

39 komleyên li dijî warê dîrokî yê Heskîfê bi dînamîtan hate teqandin û rûxandin daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Bila projeya qirker bê rawestandin, Heskîf bijî.”

Hilweşîna Heskîf a dîrokî ya bi destê dewletê hatî destpêkirin dewam dike, Dildarên Heskîf ên Stenbol, li pêşiya Bîrdariya Demokrasî ya Beşîktaşê bi armanca nerazîbûnê nîşanî hilweşînê bide daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiya pankarta “Bila projeya qirker bê rawestandin, Heskîf bijî” hate vekirin de tim dirûşmên “Bila Dicle azad biherike, Heskîf bijî” û “Bidin rawestandin, Heskîf bijî” hate qîrkirin. Li ser navê Dildarên Heskîfê daxuyaniya çapemeniyê ji dildaran Betûl Taylan xwend.

‘WÊ 10 HEZAR MIROV NEÇARÎ KOÇBERIYÊ BÊN KIRIN’

Taylan destnîşan kir ku Bendava Ilisû ya ku dihat plankirin ku wê di sala 2019’an de biqede, diyar kir ku Santralên Hîdroelektirîk wê rê li ber ziyanên ku vegera wê nebe veke û got: “Wê ev proje 250 gund, ji 5 hezar gundikan zêdetir û gelek çand, 199 qadên jiyan di bin avê de bimîne. Wê bibe sedama 10 hezar mirov koç bike û li nava TOKÎ’yan û bajaran belav bibe. Wê sîstema Geliyê Dicle ya ekolojîk bê xirakirin, wê hejmarek ku neyê hesbkirin gelek zindî ji vê bandor bibe, yan wê ji van qadan biçin an jî wê di bin avê de tine bibin. Hinek ji wan wê heta dawiyê weke curekê li ser rûyê erdê tine bibe.

Piştî daxuyaniya hate dayîn û şûnde, çalakî bidirûşman ve bi dawî bû.

Navê hinek sazî û dezgehên di nava Dildarê Heskîfê de cih digirin wiha ne:

Komeleyên Adiyeman, Komeleyên Agirî, Komleyên Amed, Şasê Stenbol ê Komeleya Arkeolojiyê, Plaftorma Derdorparêz a Artvîn, Bloka Aştiyê, Atolyeyke Cuda (B1A), Federasyona Komeleyên Êlihê (Êlih-BADEF), Komeleyên Çewligê, Federasyona Komeleyên Bedlîs, Federasyona Komeleyên Erzirom a Hemdem (ÇEDF), Komeleyên Elewî yên Demokratîk, Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Komeleya Çandê ya Dîvîrgî, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrêrojhilat (DGD), Komeleyên Erzirom, Piştgirya Halîç, Meclîsa Ekoloiyî ya Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Meclîsa Ekolojîk a Antalya ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Meclîsa Plansazên Bajêr û Mîmarî ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Platforma Berxwedêrên Karadenîzê, Federasyona Komeleyên Depê, Komeleyên Qersê, KAYYDER, Komeleya Îdir, Komeleyên Mafan a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Mêrdînê, Komeleyên Mûşê, Platforma Parastina Geliyê Perî, Platforma Parastina Geliyê Senoz, Komeleyên Sêrtê, Komeleyên Riha, Komeleyên Şirnex, Komeleyên Hemû Tokatliyan (TUM TOK), Komeleyên Wanê, Rêwiyên Piştgirî û Jiyanê, Rojnameya Jiyan û Ekolojî a Berxwedana Kesk, Kolektîfa Ekolojî a Hêrsa Keskatiyê, EGEÇEP