Ji 2015’an û vir ve li Venezûelayê 3 milyon kes reviyane

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) li Venezûela ya ku krîzên siyasî û aborî lê kûr dibin, ji 2015’an û vir ve 3 milyon kes reviyane.

Berdevka Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê Lîz Throssel di civîna çapemeniyê ya li Cenevreyê lidar xist de got: “Her roj, bi awayekî giştî 3 hezar heta 5 hezar kes Venezûelayê diterikînin.”

Throssel got: “Ji sala 2015’an û vir ve nêzî 3 milyon kes Venezûela terikandine.”

Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’Yê ragihand bi giştî 3,7 milyon welatiyên Venezûelayê li derveyî welat in, 700 hezar kes berî 2015’an welat terikandibûn.