Huso: Tirkiyeyê fermana teqînên li Qamişloyê daye

Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso derbarê teqînên li Qamişloyê got ku “DAÎŞ li xwe digire û di hemûyan de têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re derdikeve holê.”

Dewleta Tirk a dagirker tevî êrîşên dagirker ên ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dabû destpêkirin li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên bombeyî zêde bû.

Herî dawîn di 11’ê Mijdarê de li Qamişloyê du êrîşên bombeyî hatibû kirin. Ev êrîş ketiye rojeva Koalîsyona Navneteweyî jî û li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser dewleta Tirk li pişt teqînan heye.

‘DU TEQÎNÊN BI KOORDÎNE Û BI PLAN HATE KIRIN’

Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso diyar kir ku di 11’ê Mijdarê de li Qamişloyê du teqînên bi koordîne hatine kirin û got ku “Ya pêşîn li ser Rêya El Wehde ya bi wesayîteke bombebarkirî hate kirin. Bi bandora vê teqînê re wesayîteke din jî teqiya.

Teqîna duyemîn jî li pêşiya El Şimû Cafe û Dêra Keldaniyan hate kirin. Ev teqîn jî bi motorbisikleteke bombebarkirî hate kirin û li vê derê bi tenê xisareke maddî çêbû. Li vê derê tu bendên leşkerî tune. Di teqîna duyemîn de xisareke maddî çêbû û ya di ya pêşîn de jî 5 kes mirin û 26 kes birîndar bûn.”

‘JI TIRKIYEYÊ HATE KOORDÎNEKIRIN’

Huso diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî bi operasyonan gihiştiye wê encamê ku teqîn ji aliyê kesekî li Tirkiyeyê hatiye koordînekirin û got ku “Piştî teqînê hevalên me li dîmenên kamerayên kolanan temaşe kirin. Kesê ku teqîn kiriye hate tespîtkirin. Yekîneyên me bi şev piştî saet 12’an operasyonek kirin. Di vê operasyonê de Ahmet Casim Mûstafa girtin ê ku ev teqîn kiriye. Piştî ku telefona wî hate kontrol kirin derket holê ku wî jî fermana van êrîşan kesekî li Tirkiyeyê stendiye. Ji bo ku ev kes teqemeniyan têxe motor û wesayitan, Tirkiye pere dane wî.””

‘DIXWAZIN GELÊ SIVÎL BIDIN KOÇKIRIN’

Huso diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kiriye û got ku “Gelê sivîl dikin hedef. Hedefa wan ne bi tenê hêzên leşkerî ne. Dixwazin gel bidin koçkirin. Di 12’ê Mijdarê de hevalên me li ser rêya Hesekê û Şedadê motorbisikleteke bombebarkirî tespît kirin.  Ev motorbisiklet ji bo teqînê hatibûn amadekirin.”

Huso diyar kir ku roja li Qamişloyê teqîn hate kirin keşîşê Dêra Katolîk Hosîp Bîdoyan û bavê wî Hena Bîdoyan li ser rêya Hesekê û Dêrazorê hatine qetilkirin. Huso bal kişand ser vî tiştî ku DAÎŞ van êrîşan li xwe digire û got ku “Ev DAÎŞ’a Tirkiyeyê ye. Piraniya wan ji aliyê dewleta Tirk ji bo teqînan tên peywirdarkirin. Gelek hucreyên ku me ew girtin, li  xwe mikur tên. Me ev mikurhatin belav kir. Ji bo ku van karan û teqînan bikin, Tirkiye wan peywirdar dike. Li gorî lêkolînên me, kesên ku van teqînan dikin girêdayî artêşa Tirk û îstîxbarata wê ne.”

Rêveberê Çapemeniyê yê Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî Bedîh Huso bang li gel kir ku heke wan tiştekî bi guman dîtin bila xwe bigihînin dewriye û navendên Hêzên Ewlekariya Navxweyî. Huso got ku “Em 24 saetan li nav bajêr digerin. Bi bihîstyariya gelê me, em dikarin van çalakiyên qirêj pûç bikin.”