HSK'ê piştgirî da gundiyên Xirabê Bava û Talatê

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), alîkarî bi gundên Xirabê Bava û Talatê yên herêma Omerya ya Mêrdînê kir, ku di Sibata 2017'an de dewleta Tirk bi rengekî hovane êrîş kiribû û şewitandibû.

Saziya Alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên dewleta Tirk ji 11'ê Sibatê ve gundê Xirabê Bava yê li herêma Omerya ya Nisêbîn Mêrdînê dorpêç kirin, piştî hefteyekê gundê Talatê yê li heman herêmê jî dorpêç kirin, mal hilweşandin û şewitandin û gelek gundî binçav kirin. 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên dewletê çûnûhatina gund qedexe kirin, êşkence û miemeleya nebaş bi wan kirin. Di encama van êrîşan de mal û xaniyên welatiyan hatin xerakirin û rûxandin, gelek kes hatin girtin û îşkencekirin, gelek heywanên welatiyan jî hatin kuştin."

Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriyê bide şêniyên gundên Xirabê Bava û Talatê 20 hezar Euro alîkariya madî şand û ev alîkarî li nav malbatên mexdûr hatiye belavkirin.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir, ku destê alîkariyê dirêjî  xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta tirk  hatiye wêrankirin bikin û beşdarî kampanyaya malbatên xwişk û bira bibin.