HPG: Li Bazîdê artêşa TC a dagirker hate şikandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku hêzên wan li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyên xurt kirine û di encamê de 26 leşker, personelên îstîxbaratê û kontra yên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bîlançoya çalakyên gerîla yên li Eyaleta Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LEŞKER, PERSONELÊN ÎSTÎXBARATÊ Û KONTRA BÛN HEDEFA GERÎLA

"Li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de, hêzên me li ser îstîxbarateke wergirtî roja 12'ê Adarê saet 14'an li Newala Birnê ya nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî û wesayiteke bi tîpa amarok ku personelên îstîxbaratê tê de bûn, operasyoneke berfireh a şoreşgerî kirin. Ji sê aliyan ve li wesayitan hatin reşandin û bi derbên xurt her du wesayit bi temamî hatin rûxandin. Piştî nîv saetê 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa kobra ji bo destwerdanê hatin bûn hedefa hêzên me û derbên giran li wan hatin xistin. Artêşa TC a dagirker bi alîkariya vînçê enqaqê wesayita kîrpî rakir Bazîdê. Enqazê wesayita bi tîpa Amarok û termên 5 personelên îstîxbaratê yên tê de li cihê bûyerê man.

Piştî ku enqazê wesayita zirxî ji cihê bûyerê hate rakirin, hêzên dagirker hewl dan beşek ji leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji bûyerê bibin. Piştî saetekê, du wesayitên din ên zirxî ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê û hêzên me li van wesayitan jî dan. Derbên xurt li van her du wesayitan jî hatin xistin.

Hêzên me ku li herêmê serwer in, çûn ser enqazê wesayita bi tîpa amarok û gelek malzeme û dokûmanên leşkerî yên di wesayitê de desteser kirin û wesayit şewitandin.

Êvara heman rojê hêzên me li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî ya artêşa TC a dagirker ku ber bi aliyê herêma Demirkapı ve diçû çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin û wesayitên din ên li konvoyê jî neçar man xwe vekişînin. Hêzên dagirker nîvê şevê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skosky û ambûlansan ji herêmê rakirin. Enqazê wesayita zirxî ya li cihê bûyerê ma, piştî rojekê ji herêmê hate rakirin.

HEJMARA MIRIYAN

Di vê operasyona şoreşgerî ya hêzên me de 5 personelên îstîxbaratê, 5 kontra û 16 leşker bi giştî 26 dijmin kuştin û 2 wesayitên bi tîpa kîrpî, wesayiteke bi tîpa amarok bi temamî îmha kirin û derb li 4 wesayitên zirxî xistin. Hêzên me her wiha gelek malzemeyên leşkerî ji ser dijmin rakirin. Malzemeyên hatine rakirin:

- 15 şarjorên kleşê û 350 fîşekên wê
- 8 şarjorên HK-33 û 240 fîşekên wê
- 5 êlekên êrîşê
- Gelek bombeyên destan û êlekên ji pola
- Dûrbînek û 2 kamera
- Gelek dokûman û malzemeyên leşkerî

Di vê operasyona şoreşgerî de hêzên me bi rengekî serketî çalakiyên xwe pêk anîn û ti şehîdên me çênebûn. Piştî çalakiyan, hêzên dagirker bi tank, obus û hawan bombe li derdorê barandin."