HPG’ê têkildarî çalakiyên li Barzan û Çelê agahî da

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Barzan a Başûrê Kurdistan û Çelê de 14 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku li herêma Barzanê 5 ku navçeya Çelê ya Colemêrgê jî 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya fermî ya li ser malpera HPG’ê hatî parvekirin ev agahî parve kir:

LI HERÊMA BARZANÊ ÇALAKÎ

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk didomin. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne:

18’ê Tîrmehê saet 10:30’î li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Xwedê yê li herêma Barzan a girêdayî xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn rêze çalakiyên sabotajê hatine kirin. Di van çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin.

LI ÇELÊ DERBÊN XURT LI DIJMIN HATIN XISTIN

17’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirova li devera Kanî Orê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me yên YJA Starê di heman rojê de li dijî yekîneyeke ya operasyonê ku xistibûn di bin kontrolê de saet 18:30’î çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku çeperên dijmin bi dijwarî hatin lêxistin de 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û wesayîtên zirxî ji qadê rakirin.

17’ê Tîrmehê saet 18:00’an artêşa Tirk bi desteka helîkopterên kobra li devera Harçik, pala Dokuzkaya û devera Mozik ya Dersimê dest bi operasyonê kiriye. Di operasyona hê dom dike de, artêşa Tirk bi helîkoperên kobra li qadê bombeyan dibarîne.”