HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya du gerîlayên xwe ku 2016’an li Gabar Çiravê û Gabar Bestayê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê got, ‘’ Em gerîlayên Azadiya Kurdistanê  sond dixwin ku tola hevrêyên xwe Serxwebûn û Berxwedan hilînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.’’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê nasnameya du gerîlayên ku 2016’an şehîd bûne bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de got, peywireke sereke ya gerîlayên Kurdistanê ye ku li dijî revdeyên kontra şer bikin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê wiha ye:

 

Gerîlayê Kurdistanê bi qasî ku bi dewleta mêtinger û artêşa wê re şer dike, li dijî navendên îxanetê jî şer dike ku li gel van hêzên mêtinger tevdigerin. Ji bo vê jî; li dijî wan revdeyên kontra ku hewl didin di rêça berxwedanê ya gelê Kurdistanê de gêdûkekê vekin û hewl didin binê nirxên ku hatine afirandin biqewêrin, ji ra hilqetandina van ya ji nav gelê me peywireke sereke ya gerîlayên Kurdistanê ye.

Bi vê mebestê yekîneyeke me ya biçûk a gerîla li qada Gabarê, li herêma Çiravê ji bo girtina kontrayekî ku hatibû tespîtkirin operasyonek li dar xistiye. Kontrayê ku hatî girtin dema ku gerîla ew ber bi qada Çiravê ve dibir ji kendalan hevrêyekî me tehf daye, bûye sedem ku şehîd bibe û reviyaye.

Hevalê me Serxwebûn (Mahmût Aksû) ku ji malbateke welatparêz û xwedî berdêlên mezin hatiye, dema ku li dijî şebekeyên îxanetê li ser peywira xwe bû şehîd bûye.

Hevalê me Berxwedana Çirav (Abdulkerîm Demîr) jî, ku ji heman malbatê ye, li qada Gabar Bestayê, heman salê dema ku karê quryetiyê dikir kete kemînekê û şehîd bûye.

Em gerîlayên Azadiya Kurdistanê em sond dixwin ku tola hevrêyên xwe Serxwebûn û Berxwedan hilînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ye;

 

Navê Kod: Berxwedan Çirav
Nav Paşnav: Abdulkerîm Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dê û Bav: Sînem – Mehmet Sidik
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2016 /Şirnex

 

 

Kod Adı: Serxwebun Hevi
Adı Soyadı: Mahmut Aksu
Doğum Yeri: Siirt
Anne - Baba Adı: Taybet – Mehmet Nedim
Şehadet Tarihi ve Yeri: 2016 / Şırnak