HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

HPG’ê, nasnameya 7 gerîlayên ku 7'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "7'ê Tîrmeha  2018'an li herêma Kunefê ya Feraşînê ya Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker operarsyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Di encamê de şer derket û 7 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Baran Mawa
Nav Paşnav: Alî Oncu
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Ado - Ferhat
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Nasnav: Dijwar Piling
Nav Paşnav: Bedri Akdemir
Cihê Bûyinê: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Pîroz- Şukru
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Nasnav: Erdal Lîce
Nav Paşnav: Oguz Erdogan
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Ayno - Zubeyir
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Nasnav: Ronya Erîş
Nav Paşnav: Sidika Ozek
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Zeynep - Sabrî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

 

Nasnav: Sara Gulan
Nav Paşnav: Şîlan Kiliç
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Behiye - Sebahattin
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

Nasnav: Serdar Tatvan
Nav Paşnav: Serkan Tan
Cihê Bûyinê: Bedlîs
Navê Dê û Bav: Nezire - Seyîthan
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

Nasnav: Şoreş Botan
Nav Paşnav: Cemal Işçî
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Nebahat - Abdullah
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 7 Tîrmeh 2018 / Colemêrg

HPG’ê di derbarê têkoşîna gerîlayên şehîd ketî de jî ev agahî parve kirin:

RONYA ÊRÎŞ

"Hevala me Ronya Êrîş li Wanê hatiye dinê û li nav rêça welatparêziyê ya Serhedê mezin bûye. Ji bo ku ji nav malbatê gelek kes tevlî nav têkoşînê bûbûn heval Ronya jî meyla wê çûye ser tevgera azadiyê û 2000’î tevlî nav refên azadiyê bûye. Li Kelareş, Xinere, Amed û Botanê li qadên bicihbûna gerîla maye. Hevala me Ronya  bi îdeoojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo xwe tije kiriye, bi tevlêbûna xwe ya xwerû û dilnizm di demeke kurt de bûye yek ji mlîtîneke serkeftî. Li hemû qadan bi berpirsyarî nêzî peywirên xwe bûye û di hemû xebatan de bi ser ketiye. Wek yek ji gerîla YJA STARê, bûye yek ji fermandara me ya jin ku di gerîlatiyê de xwe bi pêş ve biriye, gelek hevalên ku pê re dixebitîn perwerde kiriye û ji bo pêşketina hevalên ciwan gelek ked daye. Heta dema ku şehîd ketî jî, ji bo ku tiştekî li têkoşînê û hevrêyên xwe zêde bike kêfareteke mezin kiriye, li dijî hemû êrîşên dijmin tim li eniyên pêş cihê xwe girtiye, bûye yek ji nûnera helwesta jina azad.

SERDAR TATWAN

Hevalê me Serdar Tatwan li Bedlîsê hatiye dinê, hê ciwantî têkoşîna azadiyê nas kiriye û 2003’an tevlî nav gerîla bûye. Hevalê me Serdar ku xwedî karakterekî dilnizm bû tim li qadên pratîk maye û bûye gerîlayekî serkeftî. Bi salên dirêj li qadên ku şer lê herî dijwar e xebat kiriye, li dijî hemû êrîşên dijmin bi rengekî herî aktîf bersiv daye û li qadên ku lê dima, di gelek çalakiyên dijî dimin de, bi rengekî herî xurt tevlê bûye. Bi tecrûbeya salan bûye yek ji fermandarê ciwan ê gerîla, li gelek qadan, bi asta pêşî di xebatên rêveberiyê de cih girtiye. Bi berpirsyarî nêzî hemû peywirên partiyê bûye û hemû peywirên xwe hewl daye ku bêkamî bi cih bîne. Hevalê me Serdar, demekê bûye fermandarê Akademiyên Şehîd Mabîr, berpirsyariya perwerdekirina bi sedan hevalên ciwan kiriye. Bi sedan ciwanên ku di xebatên perwerdeyê de gihandî, niha bi perwerdeya ku jê standine, li qadên pratîk li dijî dijminê dagirker şerê herî aktîf dikin. Keda bi salan a hevalê me Serdar ya li çiyayên Kurdistanê, tevlêbûna wî û bihistyariya wî ya xwedîderketina li rêxistinê ew ji bo me kiriye hevalekî wiha ku em ji xwe re mînak bibînin. Xwedîderketina li mîrataya hevalê me Serdar, ku heta kêliya dawî jî têkoşiyayî, hilgirtina vê keda wî, ji bo me dibe peywira sereke.

BARAN MAWA

Hevalê me Baran Mawa li Mêrdînê hatiye dinê û bi baweriya ku divê li dijî faşîzma TC’ê tiştek wre kirin bi xebatên nav ciwanan di nav refên têkoşîna azadiyê de cihê xwe standiye. Ji 2003’yan û wir ve hevalê me Baran di nav xebatên Komalên Ciwan de maye, demeke dirêj xebatên ciwanan kiriye û piştî demekê xwe tevlî têkoşîna aktîf a gerîla kiriye. Li nav gerîla ji rihê ciwan tiştek ji dest nedaye û bi coşî, rih û kelecaniya ciwan tevlî bûye. Bawerî pê aniye ku ji bo siberojên azad ê gelê me divê bi çalakî mirov tevlê têkoşînê bibe û bi rengekî xurt gerîlatî kiriye. Hevalê me Baran bûye yek ji wan hevalê me ku hîsên ciwantiyê li çiyayê Kurdistanê kiriye sembol.

SARA, DIJWAR, ERDAL Û ŞOREŞ

Hevalên me Sara, Dijwar, Erdal û Şoreş jî li bajarên cuda yên Kurdistanê hatine dinê û li çiyayên Kurdistanê di nav têkoşînê de mane. Di şoreşa Kurdistanê de, li qada hevpar a têkoşînê, di nav têkoşînê de ya bi nirxên hevrêtiyê, helwesta her hevalekî ji me ya li dijî êrîşên giran ên faşîzma TC’ê, bi karakterên xwe yên têkoşer ji hêla hemû hevrêyÊn xwe ve wê tim werin naskirin û bibin mînak.

Ji ber şehîdbûna wan di serî de serê malbatên hêja yên hevalên me, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em careke dî sond dixun ku bi rengekî ku layiqî şehîdan bin em ê di rêya wan de bimeşin."