HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir -NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên meha Hezîranê li Dersim, Wan û Bedlîsê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî li malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, van sê salên dawî bi hemû derfetên dewletê û desteka navneteweyî ji bo qedandina gerîla êrîşên hovane dibe ser gelê me û hêzên me yên gerîla. Bi vê polîtîkayê re dixwaze gelê me bi temamî teslîm bigire, asîmîle û tine bike. Li dijî van êrîşên dijmin, hem gel hem jî hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî û bi heybet li ber xwe didin. Bi saya berxwedanê, desthilatdariya faşîst heta niha bi ser neketiye. Faşîzma ku nekarî encama dixwaze bi dest bixe, li pêşberî berxwedana azadiyê ya gelê Kurd dîn û har bûye û êrîşên xwe zêde dike. Têkoşîna ku heta niha hatiye dayin ev yek nîşanî tevahiya cîhanê daye; faşîzm çi dike bila bike wê bi ser nekeve. Yê bi ser bikeve wê gelê Kurd be.

Li sê parçeyên Kurdistanê niha şerekî giran diqewime. Di vî şerê giran de ji bo azadiya gelê me berdêl tên dayin. Di meha hezîranê de li Dersim, Wan û Bedlîsê di dema operasyonên dagirkeriyê de şer qewimî û 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kûrtay Faraşîn
Nav paşnav: Kanîwar Muslum
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Fehîme-Veyso
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018'an / Dersim

Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav paşnav: Ercan Altûntaş
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Fatma-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Hezîrana 2018'an / Dersim

Nasnav: Argeş Rênas
Nav paşnav: Osman Ogûr
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Hayriye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Jîr Agirî
Nav paşnav: Orhan Ûgûr
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Makbûle-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Kendal Amara
Nav paşnav: Sûat Aydin
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Naîme-Cebraîl
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2018'an / Bedlîs

Nasnav: Êrîş Xoy
Nav paşnav: Eshal Dûtkanlûmîlan
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Gozel-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2018'an / Wan

Nasnav: Ferzat Aware
Nav paşnav: Farûk Sehravî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Dayik-Bav: Xatûn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2018'an / Wan

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber van şehadetan em ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin, em ê heta azadiya gelê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, li dijî faşîzmê têbikoşin."