NPG'ê li ser çeteyên ku bi navê gerîla pereyan didin hev, hişyarî da

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG)'ê diyar kir ku li bajarên Kurdistanê û metropolan, bi nameyên bi navê HPG'ê hatine nivîsandin pere tên komkirin û ji welatparêz û demokratan xwest ku baweriya xwe bi van çeteyan nînin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dema dawî li hin herêmên Kurdistanê û metropolan, bi navê hin fermandariyên cuda yên HPG'ê name hatine nivîsandin û bi rêya van nameyan pere ji gelê me tê komkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji ber ku ev agahî gihîştine biryargeha wan a navendî, wan pêwîstî pê dîtine ku daxuyaniyekê bide.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Beriya her tiştî divê bê zanîn, Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku bi ked û piştgiriya gelê me karê xwe yê şoreşgerî dike, ti biryareke xwe nîne ku nameyan ji gelê me re bişîne û alîkariyê bixwaze. Karên bi vî rengî bi rêya mirovên pê bawer, bi hevdîtinên rû bi rû tên kirin.

DIVÊ KES PÊ BAWER NEKE

Ji bilî vê rê û rêbazê, kî hewl didin pereyan ji gelê me kom bikin, ew çete ne ku ji aliyê dijminê mêtinger ve hatine birêxistinkirin. Bi vî rengî dixwazin gelê me yê welatparêz bixapînin-bişêlînin û nakokiyê bixe navbera gelê me û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji ber vê yekê bila gelê me ji kesên ku bi navê artêşa me ya gel nivîsan ji derdorê re dişînin û dixwazin pereyan kom bikin, bawer neke.

'BILA GELÊ ME QURIŞEKÎ JÎ NEDE'

Rêya herî baş ew e ku mirovên me yên ku bi rêya van notan pere ji wan tê xwestin, van nivîsan bigihînin fermandariyên me ku lêpirsîna pêwîst di vê derbarê de baş were kirin. Eger ev name ya jî kesên ku vî karî dikin nikarin ji fermandariyên me re ragihînin, bila kesek qurişekî jî nedin wan.

HIŞYAR BIN

Mirovên me yên welatparêz û hêzên demokrat ên li Kurdistanê û metropolan, divê li hemberî van lîstikên çeteyan û dijmin hişyar bin û pereyan nede kesên bi van nameyan tên cem wan."