HPG'ê ji bo parastina Kerkûkê bang kir

Gerîlayên HPG û YJA Starê û mirovên dildar, ji bo paratina gel, li navenda bajarê Kerkûkê xeta parastinê danîn. HPG'ê ev bang kir: "Her kesên dixwazin Kerkûkê biparêzin bila bên çeperên me."

Piştî ku hêzên Heşdî Şabî yên ser bi artêşa Iraqê êrîşî navenda bajarê Kerkûkê kirin, gerîlayên HPG û YJA Starê, ji bo parastina gel, xeteke parastinê danîn.

Gelek welatî, ji bo parastina xwe rahiştin çekan û tevlî xeta parastinê ya gerîlayên HPG û YJA Starê bûn. Li gorî agahiyan, li navenda bajêr şer dest pê kiriye.

Fermandariya HPG'ê ya li herêmê ev bang kir: "Her kesên dixwazin Kerkûkê biparêzin bila berê xwe bidin çeperên me."

REWŞA DAWÎ YA LI SER ŞER

Li aliyê din, çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ji navçeya Duzxurmato heta Keyvan û taxa Rahîmava ya navenda bajarê Kerkûkê xwe ji herêmeke berfireh vekişandine.

Tê gotin, di şer de hin pêşmerge şehîd bûne û ji Heşdî Şabî jî hin çekdar hatine kuştin.

Nûçeya têkildar:

https://anfkurdi.com/kurdistan/di-navbera-hesdi-Sabi-u-pesmergeyan-de-sereki-dijwar-diqewime-87410