HPG'ê gerîla Hewre Yaran ê li Geverê şehîd bû bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Hewre Yaran ê 15'ê Tebaxê li Geverê di şer de şehîd bû bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

" Di daxuyaniya xwe ya 16'ê Tebaxê de me ragihandibûn ku 15'ê Tebaxê hêzên me li Girê Şehîd Afat ê navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyê me Hewre ku di vê çalakiyê de bi lehengî li dijî dijmin şer kir, birîndar bû û heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedayî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Hewrê wiha ne:

Nasnav: Hewre Yaran

Nav paşnav: Hewre Kerîmpûr

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Feraset-Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2019'an / Gever

Hewre – Hewre Kerîmpûr

Hevrê Hewre sala 1993'an li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Hîn di temenê ciwantiyê de Tevgera Azadiyê nas kir û di sala 2016'an de ku êrîşên li dijî gelê Kurd lê giran bû tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve di demeke kurt de tevlî nava jiyana PKK'ê bû, li vê jiyanê û nirxên bi kedeke mezin hatin afirandin bû xwedî. Bi sekna xwe ya fedakar û kedkar ji hevrêyên xwe re bû mînak. Jiyana xwe fedayî azadiya gelê Kurd kir û hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî. Hevrê Hewre li Herêmên Parastinê yên Medyayê di pêvajoya şer de derbên giran li dijmin xist û bi fedakariyeke mezin tevlî kar bû. Hevrê Hewre di şexsê xwe de nîşan da ku milîtaniya fedayî ya Apoyî bi îrade û berxwedêriyeke mezin çawa di pratîkê de tê pêkanîn. Heta kêliya dawî bû milîtanekî Rêbertî, têkoşînê û gel. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Hewre em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê nirxên şehîdan bi ser bixin."