HPG’ê du gerîlayên jin ên şehîd bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê du gerîlayên jin bi bîr anî yên ku di dawiya meha Gulanê de li Qendîlê de bi bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û got ku “Me berê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di 28’ê Gulanê de di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevalên me şehîd bûne.”

Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayên şehîd hate diyarkirin.

 

Nasnav: Aryana Botan

Nav û paşnav: Zozan Îbrahîm

Cihê jidayîkbûnê: Dêrik

Navê dê û bav: Henîfa-Hemît

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl

Aryana – Zozan Îbrahîm

Nasnav: Rûken Goyî

Nav û paşnav: Bîşeng Yaman

Cihê jidayîkbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Emîne - Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl

Rûken – Bîşeng Yaman

“Rêhevalên me Aryana û Rûken li hemberî zext û êrîşên li ser gelê Kurd di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne.

Ev herdu hevalên me  yên jin li qadên ku lê mane, bi kedkarî û girêdayîna xwe ya bi tevgerê re tên zanîn. Li gorî Îdeolojiya Jina Azad a Rêbertî xwe bi pêş ve birine û bi awayekî serkeftî peywirên xwe bi cih anîne. Ev herdu hevalên me yên jin heta êrîşên dagirker ên dewleta Tirk di nav têkoşîneke mezin de bûne.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê ya ku rêhevalên me hilgirtine û malbatên hêja yên her du rêhevalên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.”