HPG'ê 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên li herêma Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî. Her wiha ragihand ku balafirên şer ên Tirk herêmên Garê, Zap û Avaşînê bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku ji ber êrişa bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 15'ê Mijdarê de li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Alîşer Zagros

Nav paşnav: Mûhammed Suleyman

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Dayik-Bav: Mihe-Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Sîdar Serhat

Nav paşnav: Serhat Çokşen

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Mûhteber-Abdulhalik

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2019'an / Heftanîn

Hevrêyên me Alîşer û Sîdar ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê di demên cuda de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê bûn. Jİ bo li ber dagirkeriya dijminê mêtinger rawestin û li ser vê bingehê bi rengekî çalak têbikoşin, ji roja tevlî bûn û pê ve xwe kirin gerîlayên şareza. Heta kêliya dawî bi rengekî fedayî têkoşiyan û bûn xwedî ked û heldaneke mezin. Di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ku armanca hevrêyên me bûn bi ser bixînin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Di 3'ê Kanûnê de saet di 10:45'an de balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Çemço yên herêma Zapê barandin.

Heman rojê saet di navbera 11:30 û 12:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê barandin.

Di 4'ê Kanûnê de saet di 07:00 de balafirên şer bombe li derdora bajarokê Çemankê yê herêma Garê barandin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehat."