Hirçê cemserê ku ji şûnwarê xwe terqiyayî

Li Rûsyayê hirçekî ku ji şûnwarê xwe yê sirûştî  700 kîlometre dûr ektî hate dîtin. Germbûna gloal bepirs tê dîtin.

Li gorî çapemeniya Rûs hirçekî cemserê ku 700 kîlometreyî ji şûnwarê xwe yê sirûştî dûr ketî li gundê Tilichikî hate dîtin.

Tê gotin hirçê cemserê ji herêma Çukokka ya Nîvgirava Kamçatka ya Rûsyaya Rojhilata Dûr hatiye.

Gundeyekî ku ji Euronewsê re axivî got, ''Gundiyan bi kêxweşî ew ezimandin û lê guhdar bûn. Hirç ne yî hêrsokî bû û me masî danê. Li vir gelek hirçên boz hene lê yên spî kêm in''.

Ji bûroya Greenpeace ya Moskowê Vladîmîr Çuprov ji The Întependent re axivî, got, ''Şert û mercên ku hirçên cemserê lê dijîn ji ber sedema germbûna global ti nemaye ku rabin. Arktîka germ dibe û qada ku lê nêçîr were kirin berteng dibe. Qeşa kêm dibin û hirçên cemserê li rengên nû yên jiyanê digerin. Rêbaza herî hêsan jî ew e ku xwe bigihînin mirovan.''

Rayedarên Kamçatka bi derziyên ji hiş birinê plansaziya wê dikin ku hirç xilas bikin û bi helîkoptêrê bibin herêma Çukotka.