Heyva Sor a Kurdistanê piştgirî da gelê Sûrê

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, bi wesîleya meha Remezanê, xwarina fitarê da gelê Sûrê. Heyva Sor bang li Kurdên li Ewropayê kir, ku fitre û zekatên xwe bişînin ji gelê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk  ve hatine wêrankirin.

Heyva Sor a Kurdistanê, di meha Remezanê de jî destê xwe yê alîkariyê dirêjî şêniyên navçeya Sûrê ya Amedê kir, ku navçe ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye xerakirin.

Heyva Sor der barê mijarê de daxuyaniyek da û bibîr xist, ku dewleta Tirk ji payiza 2015'an û pê ve bi tank û topan êrîşî Sûrê kiriye, bi hezaran xanî xera kiriye, bi sedan zarok sêwî hiştiye û bi hezaran malbat jî mexdûr kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk di van rojan de jî dixwaze şêniyên taxên Elîpaşa û Lalebegê yên Sûrê bi zorê derxîne û xaniyên mayî jî hilweşîne.

Li gorî daxuyaniyê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo pitgiriya gelê Sûrê yên li taxên Elîpaşa û Lalebegê bike, 7 rojan xwarina fitarê daye.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku destê alîkariyê dirêjî gelê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk  ve hatine wêrankirin bikin û fitre û zekatên xwe yên îsal ji bo van deveran bişînin.