Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên Cejna Qurbanê gihand Efrîniyan

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên Cejna Qurbanê li xelkê Efrînê yê li herêma Şehbayê û li xelkê Bakurê Kurdistanê yên li deverên wêrankirî belav kir.

Heyva Sor a Kurdistanê ku Saziya Alîkariya Mirovahî ye, beriya niha ragihandibû ku ew ê îsal alîkariyên Qurbanê ji bo xelkê Efrînê û hewcedarên li deverên din ên Kurdistanê berhev bike.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan bi buhayê 150 hezar Euroyî qurban li Efrîniyên herêma Şehbayê belav kirine.

Alîkarî bi rêya xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê li xelkê Kampên Serdem û Berxwedan hatin belavkirin.

Piştî ku bi sed hezaran Efrînî ji ber êrîş û zilma dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man berê xwe bidin Şehbayê, Heyva Sor kampanya alîkariyê destpêkiribû. Di nava 7 mehên derbasbûyî de, bêhtirî mîlyonek Euro alîkarî ji bo xelkê Efrînê hat şandin.

Heyva Sor a Kurdistanê her wiha bi minasebeta Cejna qurbanê bi buhayê 150 hezar Euro qurban jî li xelkê Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Silopiya û Şirnexê belav kir.