Hewa gemarî ji çixareyê bêhtir mirovan dikuje!

Li gorî lêkolînekê, gemara li atmosferê ji çixareyê bêhtir mirovan dikuje. Hewa gemarî dibe sedem ku salane 8.8 milyon mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara European Heart Journalê hate weşandin, gemarîbûna hewayê ji texmînan bi du qatî zêdetir bandorê li ser jiyana mirovan dike. Lêkolîn 12'ê Adarê hate weşandin. Li gorî vê yekê, salane li gelemperiya dinyayê 8.8 milyon mirov ji ber hewa gemarî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin, 40 ji sedî ya mirovên zû jiyana xwe ji dest dan, ji ber nexweşiyên kardiyovaskuler e.

Ji zanîngeha Mayence ya li Elmanyayê Thomas Munzel ku tevlî lêkolînê bû got, "Ev yek tê wê wateyê ku mirovên ji ber hewa gemarî jiyana xwe ji dest didin, ji mirovên ji ber çixareyê jiyana xwe ji dest didin zêdetir e." Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, sala 2015'an 7.2 milyon mirovî ji ber çixareyê jiyana xwe ji dest dan.

Munzel got, "Mirov dikarin xwe ji kişandina çixareyê vegirin, lê belê ji hewa gemarî nikarin."

Lêkolîner dibêjin, sala 2015'an li gelemperiya Ewropayê 790 kes ji ber hewa gemarî jiyana xwe ji dest dane. 659 hezar ji wan li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.

Sala 2015'an ji ber hewa gemarî li gelemperiya dinyayê 8.8 milyon mirovan jiyana xwe ji dest dan ku 2.8 milyon ji wan mirovan li Çînê jiyana xwe ji dest dan.