Hevserokê Amedsporê: Êrîşa li Amedsporê êrîşa li gelê Kurd e

Hevserokê Amedsporê Nûrûllah Edemen diyar kir, ku wan bi qedexeyan dest bi serdema nû kirine û der barê êrîşên li hemberî tîma xwe de got: "Êrîşa li Amedsporê hatiye kirin, êrîşa li gelê Kurd e."

Amedssporê îsal jî bi qedexeyan dest bi Lîga 2’an a Spor Totoyê kir. Di lîstika yekemîn a serdema nû de bêyî alîgir çû qada Mersîn Îdman Yûrdûyê û wek sala çûyî li wir jî bi êrîşên nîjadperestiyî re rû bi rû ma. Amedspor ku bêyî sponsor e û bi formayên ku reklam li ser tune ye daket qadê, di 90 deqîqeyî de lîstikeke serketî lîst û li qada wê bêyî ku golekê jî bixwe 7 gol avêtin Mersîn Îdman Yûrdûyê. Amedspor ji ber zedê gol avêtin di hefteya destpêkê de cihê xwe di rêza yekemîn de girt.

Hevserokê Amedsporê Nûrûllah Edemen qedexe û êrîşên li hemberî Amedsporê nirxandin. 

Edemen destnîşan kir, ku ji ber êrîş û zextan li hemberî wan, ew di serdema sala çûyî de negihaştine hedefa xwe, lê belê li gel hemû zor û zehmetiyan jî ew heta nîvfînalê çûne. Edemen diyar kir, hêjayî gotinê ye ku mirov bibêje wan îsal jî di bin heman zext û qedexeyan de dest bi serdema nû kiriye, lê belê li gel vê yekê jî wan bi awayekî lez û bez dest bi serdemê kir û ew di lîstika yekemîn de bi ser ketin. 

'LÎSTIKA EWIL BI QEDEXEYAN DEST PÊ KIR'

Edemen anî ziman, ku ew bêyî alîgir derketina lîstika ewil û ji ber qedexeya derketina bi alîgiran li ser wan heye ew xemgîn in û wiha domand: "Di lîstika ewil de em bi biryareke wisa re rû bi rû man û ev yek jî fikareyan peyda dike. Piştî biryarê Waliyê Mersînê bersiva telefonên me neda, lê me ev yek bi alîgirên walî re nîqaş kir û me got ev biryar ne biryareke rast e. Wê di her şert û mercî de alîgirên Amedsporê lîstikê temaşe bikin. Liv û tevgereke hin alîgiran rê li ber hin pirsgirêkên ku çareseriya wan tune ye vedike. Me di lîstika ewil de jî dît ku hin alîgir ketin qadê. Kes nikare vî mafê wan bin pê bike. Ev yek bi zilmê nabe." 

'ÊRÎŞA LI AMED SPORÊ, ÊRÎŞA LI GELÊ KURD E'

Edemen destnîşan kir, ku di lîstika ewil de lîstikvanê navdar ê Amedsporê Denîz Nakî hatiye hedefkirin û bi vê yeke tê xwestin ku Amedspor bibe hedefa êrîşan. Edemen wiha pêde çû: "Ne pirsgirêkek me bi Mersin Îdman Yûrdû re heye ne jî ya wan bi me re. Heke îdarevan biryarên xelet bidin wê encamên xelet derkevin holê. Wê bi hestên nîjadperestî êrîş çê bibin. Divê ev tişt bên sererastkirin. Divê Wezareta Karûbarên Navxweyî li hemberî êrîşê bi hestiyarî tevbigere. Êrîşa li Denîz Nakî hat kirin, li hemû Amedsporê hatiye kirin; êrîşa li Amedsporê, êrîşa li gelê Kurd e. Ev welat têra me hemûyan dike, divê îdarevan li gor vê yekê tevbigerin. Divê dersên mezin ji vê bûyerê bên derxistin." 

Edemen, diyar kir ku wan di derbarê êrîşa li Denîz Nakî hatiye kirin de doz venekiriye û wiha got: "Lê em ê binerin ka doza cemaweriyê tê vekirin an na. Em ê şopdarê vê yekê bin. Li ber çavê bi milyonan kesî lîncek çêbû. Dema alîgir xwe avêt qadê, alîgirên din bi hestiyarî tevgeriyane û li ser vê bûyer mezin nebûye. Gotina Waliyê Mersînê a ‘Ez bi hesasî tevdigerim’ rê li ber encamên cuda vedike. Duh ev tişt hat serê me. Divê hêzên ewlehiyê bi awayekî rast bên beralîkirin. Li pişt alîgirê ku êrîş kir polîs an jî peywirdarekî ewlehiyê tune ye. Ev yek watedar e."

'AMEDSPOR SIYASETÊ NAKE'

Edemen nêzîkatiya Waliyê Mersînê ya li hemberî Amedsporê rexne kir û wiha axivî: "Amedspor siyasetê nake, lê tîmên din hemû siyasetê dikin. Di serî de Waliyê Mersînê bi siyasetê nêzî me bû. Ez vê nêzîkatiyê red dikim û şermezar dikim."