Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd li Brîtanyayê xelat stand

Xelata Serkeftinê dan Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Besîme Başar.

Her sal li Parlementoya Brîtanyayê resepsiyona Newrozê tê lidarxistin. Îsal jî 65 parlementer beşdar bûn ku ên ku serokê mûxalefeta sereke Jeremyy Corbyn jî di nav wan de cih digirt . 7 endamên kamaraya lordan, gelek şaredar û bi sedan kes tevlî resepsiyonê bûn.

Resepsiyona Newrozê bi piştgiriya Centre for Kurdîsh Progress, AKEE û Meclîsa Gelê Kurd hate lidarxistin.

Serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn xelata serkeftinê da Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Besîme Başar.

Başar di resepsiyonê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku ew li ser navê hevalên xwe jî vê xelatê distîne. Başar bal kişand ser vî tiştî ku ew gelekî serbilind e ku Kurdên li Brîtanyayê gelek xebatên baş dikin.