Hevşaredarên Qersê ji bo bajarekî hêşîn dest bi kar kirin

Şaredariya Qersê ya HDP’ê ji bo avakirina bajarekî hêşîn dest bi xebatan kirin.

Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Qerseke hêşîn tu jî şitlekê deyne’ Hevşaredarên Qersê yên HDP’yî Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca herêma li beramberî Dibistana Amadeyî ya Haydar Alîyev herêma spor û parkê îlan kir.

Endamên şaredariyê ku li herêma parka nû li hev civiyan amadekariyên çandina şitlan kirin.

ALACA: JI BO QERSEKE NÛ

Beriya danîna şitilan Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ji rojnamegeran re axivî û wiha got;

“Ji bo Qerseke hêşîn em îro li vir in. Di rojên dawî de bi taybet herêmên me yên şînahî bi vegerîna bajariyê de hatin tinekirin. Li Qersê her alî bûne beton, jîngehên me asfalt û beton kirin, herêmên ku zarokên me lê birevin û bileyzin hatine tinekirin. Îro me yekem gava herêmên şînahî avêt û em ê şitlan deynin. Piştî çend salan wê şitil mezin bibin, zarokên me li ber siya wê bileyzin û welatiyên me demên xweş wê derbas bikin.”

Hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen jî got ew ê li dijî  betonê bin, park û baxçeyan ava bikin.