Hestiyê li Altayê yê zaroka ji Neandertal û Denîsovîan e

Li çiyayên Altayê yên Sibîryayê li şikeftekê hestiyekî 1,5 santîmî hatibû dîtin, piştî lêkolîna li ser hestî hatî kirin, derkete holê ku hestî ê keçeke beriya niha bi 50 hezar salî ye, ku ji însanê Neandertal û Denîsovîan çêbûye.

2012’an li çiyayên Altay, li şikeftekê hestiyek hatibû dîtin. Li gorî encamên lêkolînê hestî ya zarokeke keç e ku ji cotbûna mirovê Neandertal û Denîsovîan çêbûye.

Vîvîane Slon, a ji Antroplojiya Max Planck û Enstîtûya Perasînîparêz a li Leîpzîgê ji AFP’ê re axivî û got cudabûna mirovê Denîsovîan û Neandertal beriya bi 400-500 hezar salî çêbûye.

Slon got mirovê Neandertal beriya bi 40 hezar salî tine bûye û her wiha mirovê Denîsovîan jî tine bûye.

Slon got li gorî analîzên DNA’yê mirovê Denîsova beşek ji genetîka xwe ji Homo Sapîens re hiştiye, ev rêje jî, 1 ji 100 ji xwecihên Asya û Amerîkiyan re û 5 ji 100’î ji Aborjînên Avûstralya û mirovên Papua Gîneya Nû re hiştine.

Her wiha got mirovên niha, ji bilî Efrîkiyan DNA’yên wan 2 ji 100’î genên Neandertal in.

Piştî lêkolînên li ser hestiyên ku 2012’an li şikefteke çiyayên Altayê ên Sibîryayê hatî dîtin, diyar bû ku hestî yê keçeke bi navê ‘Denny’ ya 13 salî ye. Keçik beriya bi 50 hezar salî jiyaye.

Li wê şikeftê ku beriya niha jî bermayên ji mirovên Denîsova hatibûn dîtin. Ji heman Enstîtuyê Svante Paabo jî got genetîsyen dikarin li ser keçikê kromozonên dê û bav ji hev veqetînin û got, ‘’Destpêkê min got qey li laboratûvarê şaşîyek çêbûye.’’

Mirovê Neandertal piştî ku ji Efrîkayê veqetiya ber bi rojavayê Ewropa û Asyayêve çû, mirovê Denîsova jî ber bi rojhilatê Asyayê ve çû.

Paabo got, ‘’Wiha bi rehetî mirovê Neandertal û Denîsova li rasta hev nedihatin. Lê dema ku li rasta hev dihatin jî li bara hev, ti pêşdarêzên wan nebûn.’’