Heskîf bû mijara kovara National Geographic

Di hejmara Mijdarê ya kovara National Geographic de gotarek bi ser navê "Flooding History (Dîroka di binê avê de) hate weşandin û işaret bi kiryarên dewleta Tirk hate kirin bê çawa dîroka ji hezaran salî ji holê radike.

Gotar ji aliyê nivîskar Suzy Hansen ve hate nivîsandin. Di gotarê de tê gotin, bendav ji ber ku xisareke mezin dide hevsengiya ekolojîk nema zêde tê tercîhkirin, lê dewleta Tirk di çêkirina bendava Ilisûyê de israr dike.

Nivîskar diyar dike, dema ku Bendava Ilisûyê qediya wê 300 cihên sît ên dîrokî û bi dehan gund di nava avê de bimînin û dibêje, li gorî hin saziyan bi deh hezaran mirov wê ji ber vê yekê ji cih û warê xwe bimînin. Di gotarê de tê bibîrxistin, gelek berhemên ji serdemên antîk, Bîzans û dema Îslamiyetê mane, wê di nava avê de bimînin.

GAP'Ê RÊ LI BER PÊŞKETIN Û AŞTIYÊ VENEKIR; QADÊN ÇANDINIYÊ JI HOLÊ RAKIR

Suzy Hansen işaret bi armancên Tirkiyeyê yên pêşketina aboriyê kir ku bi bendavan dixwaze vê bike û got, ji bo bendav li herêmên Kurdan ê ji aliyê civakî û aborî li paş mane bên çêkirin, ev argûman timî ji aliyê dewletê ve tê bikaranîn. Hansen ragihand, di çarçoveya Projeya Guneydogû Anadolû (GAP) de santralên hîdroelektrîk hatine avakirin û ji ber ava şor a ji golên bendavan herikîn, xisareke mezin li gelek herêmên çandiniyê bûye.

Di gotara National Geographic de gotinên şêwirmenda berê ya Wezareta Hawirdorê û raportora taybet a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji mijara xurekê berpirsyar Hîlal Elver hatin bibîrxistin. Li gorî vê yekê, Elver diyar dike ku tevî ewqas bendavên hatine çêkirin jî, hedefên ji bo salên 2000'î hatin danîn nehatin biserxistin û destnîşan dike ku av bi rengekî şaş tê bikaranîn, van projeyan ne rê li ber pêşketinê vekirine, ne jî aştiyê. Elver bi bîr xist ku li Kurdistanê şerê bi PKK'ê re dewam dike.

Nivîskar Hansen diyar kir, ji ber ku ava li bendava bi xwê bûye, xisar li zeviyên berhemdar bûye û ragihand, elektrîka ji 13 bendavên qediyane tê bidestxistin, li herêmên din tê bikaranîn.

PROJEYA HILWEŞÎNER A GAP'Ê: ILISÛ

Suzy Hansen destnîşan dike ku di nava hemû bendavên GAP'ê de projeya herî hilweşîne, projeya Bendava Ilısûyê ye û got, qadeke ji 250 mîlî ya li dora çemê Dîcleyê ji aliyê dîrok û sîstema ekolojîk ve hatiye tinekirin.

Hansen di gotara xwe de cih da nêrîna Berdevkê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê û endezyarê hawirdorê Ercan Ayboga. Li gorî Ayboga, herî kêm wê 15 hezar mirov ji ber bendavê ji cih û warê xwe bibin. Ayboga diyar kir ku bendav wê bandorê li 100 hezar însanî bike û wê tenê bi kêrî şîrketên mezin bê.

Di gotara National Geographic de hate ragihandin, Tirkiye bi bendavan re dixwaze kontrola avê did estê xwe bihêle û di vî warî de nêrîna damezrînerê malpera "Hasankeyf Matters" welatiyê DYA'yê John Crofoot.

Crofoot dibêje, Tirkiye dikare avê weke çekekê li dijî Sûriye û Iraqê bi kar bîne û ev yek wê bibe amûreke ji bo zordariyê.

Di gotara kovarê de ku bi 12 rûpelan cih ji bendava Ilisû û Heskîfê re hate veqetandin, işaret bi pirsgirêkên li pêşiya gelê herêmê hate kirin. Her wiha cih ji deverên dîrokî re hate veqetandin ku çend heb ne di nav de, wê bi giranî di nava avê de bimînin.