Hesinkarê Efrînî hesinên kêrnehatî bi kêr tîne

Mûsa Sîdo ku tevî 2 hevalên xwe li Şehbayê kargeheke hesinkariyê vekir, bi hesinên kêrnehatî kursî, sobe, derguşên zarokan, mase û gelek berhemên din çêdike. Sîdo bi vê yekê re hem debara xwe dike, hem jî hewl dide bersivê bide pêwîstiyên gel.

Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koç bikin û li herêma Şehbayê bi cih bibin, li gel şert û mercên giran jî li astengiyan naaliqin û berxwedana xwe ya bi biryar a li Efrînê, li herêma Şehbayê jî bi heman biryardariyê li ber xwe didin. Yek ji van welatiyan jî hesinkar Mûsa Sîdo ye ku tevî çend hevalên xwe ji hesinên kêrnehatî berhemên kêrhatî diafirîne.

Mûsa Sîdo tevî hevalên xwe li gundê Til Qirehê yê Şehbayê dikanek vekirine û ji bermîlên ku zerar dîtine kursî, sobe, dergûşên zarokan, mase û zembîlan çêdikin. Mûsa Sîdo qala karê xwe kir.

JI TIRKIYEYÊ VEGERIYA EFRÎNÊ

Sîdo diyar kir, destpêkê wan dikanek li Helebê vekiribû lê bi giranbûna şer re ew çû Tirkiyeyê û got, "Piştî ku li Tirkiyeyê bi cih bûm, min bihîst ku bajarê Efrînê gelekî pêşketî ye û min her tişt li pey xwe hişt û berê xwe da Efrînê. Li wir jî min dikana hesinkariyê vekir û karê xwe dewam kir."

Hesinkar Mûsa Sîdo anî ziman, piştî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên dagirkeriyê kir ew ji neçarî koçî Şehbayê bûn û got, "Li Şehbayê em li maleke li Til Qirehê bi cih bûn. Di nava zor û zehmetiyên penaberiyê de tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku bermîlên avê nînin, ên heyî jî zerar dîtine. Min jî biryar da ku cihekî hesinkariyê vekim û bermîlên avê çêbikim."

'ME ÇERXEKÊ Û MOTOREKÊ ME DIKAN VEKIR'

Sîdo bi dewamî got, "Dema ku em hatin Şehbayê her derê ziyan dîtibû. Ji bo her malekê mifteyek pêwîst bû. Me jî bi çerxekê û motoreke elektrîkê dikan vekir. Hêdî hêdî me her tişt ji xwe re peyda kir. Bi 2 karkeran re me dest bi kar kir. Niha em 20 karker dixebitin. Dema bê em ê hejmara karkeran zêdetir bikin. Ji ber ku pêwîstiya gel bi karê hesinkariyê zêde dibe. Dema me hesin ji Helebê dianî, li ser rê gumrukê pir pere ji me dibir, lewma me jî hesinên kêrnehatî yên li Şehbayê kom kir û dest bi bikaranîna wan kir. Em ji bermîlên xerabûyî mase, dergûşên zarokan, sobe û gelek berhemên din çêdikin."

Hesinkar Mûsa Sîdo diyar kir, bi vî karî re ew hem debara xwe dikin hem jî hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gel.