Hem xwedî li çanda xwe derdikeve, hem jî debara xwe pê dike

Hulya Toprak ku ji diya xwe hîn bûye tenûrê çêbike, vî karê xwe li Ceyhanê didomîne. Bi vê hunera xwe hem debara xwe dike, hem jî dibe wesîle ku nanê tenûrê bê lêxistin.

Hulya Toprak û malbata wê, piştî ku gundê wan ê li navçeya Misric a Sêrtê ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin berê xwe dan xerîbiyê û li navçeya Ceyhan a Edeneyê bi cih bûn. Malbata Toprak ev 30 sal in li Ceyhanê tevî bi sedan malbatên din ên ji Kurdistanê koç kirine, hewl dide ji xwe re jiyanekê biafirîne. Xwedî li çand û kevneşopiya xwe derdikeve. Hulya Toprak got, dayika wê li gund tenûr çêdikir û wê jî ev karê ji dayika xwe hîn bûye dewam kiriye. Hulya Toprak hem xwedî li vî pîşeyî derdikeve, hem jî debara xwe pê dike.

Toprak anî ziman ku ew tenûrên aliyê Çewlik, Mûş, Agirî û Sêrtê çêdike û got, "Li her herêmê bi rengekî cuda tê çêkirin. Hinek kin çêdike, hinek jî dirêj. Hinek bi rûniştî nan lê dixe, hinek jî li ser piyan. Ji ber ku li Ceyhanê mirovên ji vê herêmê zêde ne, ez jî tenûrên ji wê derê çêdikim. Ji dayika xwe hînî tenûra aliyê Sêrtê bûm. Dema ku hatim vê derê min li modelên din jî temaşe kir û hînî çêkirina wan bûm."

Toprak diyar kir, malzemeyên çêkirina tenûrê li her herêmê yek e û got, ew bi xwê, ka, ax û mûyê bizinan heriya tenûrê distirê. Toprak wiha pê daket: "Dema ku tenûr tê çêkirin, hewa jî gelekî girîng e. Eger hewa gelekî germ be, herî bêyî ku baş hişk bibe diderize. Dema hewa cemidî û baran be, hingî dereng ziwa dibe û vê carê jî xîz û herî bi nan dizeliqe. Dema herî baş a çêkirina tenûrê dema niha ye. Tenûrek derdora hefteyekê diqede. Nêzî sê rojan heriya tenûrê tê stran û piştre jî tenûr hêdî hêdî tê çêkirin."

Toprak ragihand, ku tenûra hişk bûye 2 rojan carekê bi av û kevir wê avdan û xeritandin û got, "Dibe ku karê herî giran ev be. Dema ku ev kar baş bê kirin, nanê li wê tenûrê were lêxistin wê gelekî xweş be. Dema ku neçê were kirin wê timî xîz bi nên biqelize. Şikur ji Xwedê heta niha pirsgirêkeke bi vî rengî rû nedaye. Li Ceyhanê em 3 jin vî karî dikin. Tenûrên xwe bi 150 lîreyî çêdikin. Kêfxweş im ji ber ku vî karî dikim."