Hêkên bi madeya fîpronîl herî kêm li 11 welatan hatine firotin

Li welatên Ewropayê, skandala li ser hêkên ku dermanê kêzikan ê bi navê fîpronîl lê hatiye bikaranîn, dewam dike. Tê gotin, hêkên bi vê madeya zerarê dide tenduristiya mirovan, herî kêm li 11 welatan hatine firotin.

Skandala li ser hêkên bi madeya fîpronîl ku li Hollandayê derkete holê, dewam dike.

Li Hollanda û Belçîkayê hate îdîakirin ku aliyekî krîmînal ê vê bûyerê heye û hêzên ewlekariyê avêtin ser gelek cihan. Di encamê de 2 kes hatin binçavkirin. Lê belê tê zanîn, ku rayedarên Belçîkî di destpêka meha Hezîranê de pê zanîbûn ku hin hêk bi madeya fîpronîl in û ji ber vê  yekê gelekî dereng mane. Hikumeta Belçîkayê di 20'ê Tîrmehê de hişyarî da Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û 'gumanên' xwe yên li ser vê mijarê par ve kiribû.

Li Hollandayê, hêzên ewlekariyê avêtin ser şîrketa bi navê Chîck-Frîend û derket holê ku ev şîrket, madeya bi navê fîpronîl ji şîrketa Poûltry-Vîsîon a li Belçîkayê kirî ye.

EŞKERE BÛ KU LI 11 WELATAN HATIYE FIROTIN

Tê gotin, heta niha bi mîlyonan hêk li gelek welatên Ewropayê ji dikanan hatine derxistin. Di nava van welatan de Elmanya, Belçîka û Hollanda li pêş in.

Lê li gel van welatan, derkete holê ku li Fransayê jî hêkên bi madeya fîpronîl di xwarina amade de hatine bikaranîn. Tê gotin, li Qraliyeta Yekbûyî, Swêd, Swîsre, Luksembûrg, Romanya, Danîmarka û Slokvayayê jî hêkên bi vî rengî hatine kirîn. hat ragihandin, tenê li Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 700 hêkên bi madeya fîpronîl ketiye nava welêt.

MADEYA FÎPRONÎL QEDEXE YE LI PÎNIKAN BÊ BIKARANÎN

Madeya bi navê fîpronîl, dermanekî li dijî kêzikan e ku bi giranî didin heywanan ji bo kêç, spî û gene xwe bi wan ve negirin. Lê belê qedexeya ku ev made ji bo heywanên li pînikan tên xwedîkirin bê bikaranîn. 

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, eger madeya fîpronîl gelekî bê bikaranîn wê zerarê bide kezeb û gurcikê.