Hejmara mirovên li Fransayê bê stargeh in zêde dibe

Kolektîfa bi navê Federasyona Saziyên Piştgiriya Civakî (FAS) ku gelek komeleyên alîkariya însanî endamê we ne, da xuyakirin ku hejmara mirovên li Fransayê li naverastê dimînin, zêde dibe.

Di çarçoveya karê li 41 bajaran hate kirin de, lêgerîna bi telefonê ya li nûmaraya 115'an ku mirovên bê stargeh lê digerin, hatin nirxandin. Li gorî vê yekê, di navbera 10'ê Hezîranê û 10'ê Tîrmeha 2017'an de, 20 hezar û 845 caran ji 41 bajaran li vê nûmarayê hatiye gerîn.

Mirovên ku stargeheke wan nîne ya jî mirovên li derdorê ji bo kesên bê mal in li vê xetê geriyan. Tenê 10 hezar 632 caran bersiva erênî hate dyain. Ji bo demekê jî be ji van kesan re stargeh hate peydakirin. Lê 10 hezar 213 kes li naverastê man.

YEK JI SÊ PARAN ZÊDE BÛ

Li gorî xebata bi navê Barometre-115 hate kirin, hejmara mirovên bê xanî di vê havînê de gelekî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li gorî havîna 2016'an, 32 ji sedî hejmara mirovên li nûmaraya navborî geriyane, zêde bûye. Hejmara mirovên ku ji ber li naverastê mane û li xaniyan digerin jî 17 ji sedî zêde bûye.

Li bajarên Jûra û Alpes-Marîtîmesê jî, hejmara mirovên ji ber bê stargeh man li 115 geriyan, li gorî sala bihurî bi 3 qatan zêde bû. Bi taybetî li bajarê Marsîlayyê, li herêmên kampê û banliyoyan bi sedan kes ji cih û warên xwe bûne û piraniya van kesan hê jî bê stargeh in.

BI QASÎ NÎVÎ JI WAN, MALBATÊN BI ZAROK IN

Di rapora FAS'ê de hat ragihandin, 48 ji sedî ya zêdeyî 10 hezar kesên li naverastê man e, ji malbatan pêk tê. Li gorî raporê, 5 hezar û 328 kesên ji van mirovan, zarok in.

Li gorî raporê, 60 ji sedî yên malbatên tevî zarokên xwe li derve mane li otelan hatine bicihkirin. 47 ji sedî ya van mirovan jî tenê karibûn şevekê bistirên.

HEJMARA CIWANÊN BÊ MAL DIMÎNIN, ZÊDE DIBE

Xaleke din a rapora FAS'ê ku balê dikişîne; yek ji şeşê mirovên bê mal man e ji ciwanên 18-24 salî pêk tê.

Li gorî raporê, di navbera 10'ê Hezîranê û 10'ê Tîrmeha 2017'an de 3 hezar û 389 kesên li vê nûmaraya lezgîn geriyane, ciwanên di vî emrî de ne.

Ev yek jî nîşan dide ku hejmara ciwanên bê stargeh man e li gorî dema heman salê 17 ji sedî zêde bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku ciwan ji aliyê sosyo-ekonomîk ve di rewşeke nebaş de ne û ji ber vê yekê hejmara mirovên bê mal man e, zêde bûye.